Di 23’yê Cotmehê de du agahiyên kêfxweşiyê

 

Leyla Weşûkanî

Di 23’yê vê mehê de tevahî gelê Kurd û gerîla, tevî dostên xwe agahiyên pir bi coş û xiroş bihîstin. Ji bo hemû dost û hevalan bû mizgîniya xêr û xweşiyê. Lê teqez ji bo dijminan jî bû cihê nerehetî û dilreşiyê. Li herêma me ji bo mirovên baş û têne hezkirin wiha tê gotin: “Wey xwelî li wî serî be ku deh serî jê nehesidin nebin.” Jixwe Rêber Abdulah Ocalan jî Rêberekî wiha ye ku serdest û dewletparêz bi giştî jê dihesidin. Hesûdî û dilreşiya wan ew birin çêkirina komploya navneteweyî û bêbextiya xwe ya reş li ser Rêber Apo pêk anîn da ku dilê xwe yê hesûd hênik bikin. Serwerên hişmendiya mêrperest ên pir baş têgihiştin ku Rêbertî wê tevahî jinan û mêran ji destê wan û siyaseta wan a qirêj û şûndemayî xelas bike, dest bi fen û fûtên xwe yên dermirovî kir.

Jixwe Rêber Apo dubare ji gel û gerîla re gotiye ku komploya navneteweyî hîn jî berdewam dike. Hişmendiya neteweperest hîn jî li pey gelê Kurd e. Rêber Apo ji bo avakirina komara Tirkiyeyê wiha dibêje: “Serokê Tirkiyeyê yê navdar Mistefa Kemal Atatirk, komar li ser înkara gelê Kurd ava kiriye û hîn jî serwerên Tirk di wê înkarê de israr dikin. Dirêjiya wê siyasetê jî heya roja me ya îro tê û em texmîn dikin ku wê berdewam jî bikin.” Rêber Apo li ser van mijaran bi dehan pirtûk û parêzname nivîsandiye. Xwestiye bi rêya van belgeyan bi gelê Kurd û Tirk bide fêmkirin ku her du gel jî bi siyaseta neteweperest têne pelçiqandin. Lê divê were zanîn ku keda Rêber Apo qet vala naçe. Em hemû jî dibînin bê çawa berhem dide, fikir û felsefa Rêbertî roj bi roj berfireh dibe û li tevahî cîhanê pêş dikeve.

Beriya çend rojan me mizgîniya hevdîtina Rêber Apo û Omer Ocalan ê parlamenterê bajarê Rihayê û biraziyê Rêbertiyê ye bihîst. Bi wê agahiyê re hew erdê dikarî me bigire. Bi rastî eger baskê me hebana teqez em ê firiyabana. Bêguman dîtin û gotin qet nabe weke hev. 44 meh in û beriya wê jî ti agahiya me ji Rêbertî tinebû û ew jî ji bo me cihê tengezarî û êşê bû. Ji bo tenduristiya Rêbertî em gelekî bi fikar bûn. Di vê hevdîtinê de niyeta dijmin çi be jî ya girîng ew e hevdîtin bi Rêber Apo re hate çêkirin û me peyama xwe ya demê girt. Agahiya hevdîtina bi Rêber Apo re bû agahiya herî bi kelecan û dilşadiyê. Her kesî mizgînî didan hev û digotin “Çavên we rohnî” û hema di kêliyê de agahî li her deverê welat belav bû. Di van 44 mehan de gelê Kurd û dostên xwe weke li ser agir bûn, her li kolanan û qadan çalak bûn, doza hevdîtin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikirin.

Her çi qasî niha di van kêliyan de sekn û aramî çêbûbe jî weke ku pir vekirî tê dîtin, çalakiyên gerîla û gel ji berê zêdetir wê berdewam bikin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê her di nav çalakiyan de bin û li ser piyan bin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê wê pirsgirêka Kurd jî çareser nebe. Peyama Rêber Apo her çi qasî kurt be jî di nava xwe de gelekî têrûtijî û pir fêrker e. Rêber Apo bi peyama xwe gelek tişt bi gerîla û gel da fêmkirin. Pir zelal li holê ye gelê Kurd, tevî pêşengên Tevgera Azadiyê rêya xwe nas kirine û hew tên xapandin.

Eger dewleta Tirk îhtîmala çareseriyê deyne holê jî teqez divê şert û mercên Rêber Apo tevahî werin guhertin, derfet were dayîn ku bi gel û gerîla re hevdîtinan bike. Gelek hûrguliyên wê yên din jî hene ku pêwîst e ew jî werin pêkanîn. Bi rastî gelê Kurd ji derew û xapandinên dewleta Tirk bêzar bûye û eger rayedarên Tirk rast biaxivin jî hew kes ji wan bawer dike. Dewleta Tirk bûye weke şivanê derewkar û kes êdî ji wan yeqîn nake. Tişta herî rast jî ew e weke Rêber Apo gotiye, “Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim” Em hemû jî ji peyama Rêber Apo fêm dikin ku tecrîd berdewam dike, şert û mercên guncav pêwîst in da ku Rêber Apo pirsgirêka Kurd û Turk çareser bike. Ev peyama Rêbertî ji gerîla, gel, dewleta Tirk û raya giştî ya cîhanê re bû. Em jî weke heval, hogir, gel û şagirtên mamosteyê mirovahiyê Rêber Apo vê peyamê ji xwe re weke perspektîfa bingehîn dizanin. Ji niha û şûn ve jî em ê deh qat zêdetir têkoşîna xwe bilind bikin da ku em erka xwe pêk bînin û ji Rêberê xwe re bibin bersiv.

Çalakiya canbexşane ya hevala Asya Elî û Rojger Hêlîn ya bi qehremanî û wêrekî ji tevahî gerîla re bû bingehê têkoşîn û ruhê fedayîbûnê. Çalakiya wan her du milîtanên wêrek û fedaî Enqereya paytexta Tirkiyeyê hejand û tirsek pir mezin xist dilê neyaran. Dema her du hevalên giranbiha çalakiya xwe ya fedaiyane pêk anîn, gelek kesên cahilên siyasetê peyama çalakiya wan fêm nekirin û ketin nav şiroveyên seranser. Çalakiya qehremanên gel ji bo bidawîkirina şer û tundrewiyê bû. Wan mirovên mezin û zana xwestin dawî li kuştina mirovan bînin.

Hevalan çalakiya xwe li navenda kargeha parçeyên balafirên keşfê pêk anîn û bi wê çalakiya xwe xwestin mirov bi wan balafiran neyên kuştin, hew mirov êşê bikişînin. Lê mixabin dewleta Tirk a faşîst bextê xwe xerab dike û ji wan ciwanên canbexşane re dibêje terorîst. Werin em pirs bikin gelo kî ne îrhabî ango terorîst? Hemû alem dizane bê ka kî xwedî hişmendiya kujer û terorist e. Bi hezaran ciwanên nûhatî li serê wan çiyayên pîroz ji bo azadiya gelê xwe û mirovahiyê têkoşîn dikin, singa xwe didin ber gule û bombeyên dijminê hov û har. Li hember wan qehremanên hêja û giranbiha em bejna xwe ditewînin û dibêjin, çalakiya wan milîtanên Apoyî di dem û wextê xwe de hat û gelekî jî serketî bû.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button