Dewreya Şehîd Sorxwîn a Akademiya Şehîd Deştî bi dawî bû

 

Li Akademiya Şehîd a Deştî Dewreya Şehîd Sorxwîn a perwerdeyê ya di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Sorxwîn a Akademiya Şehîd Deştî ya di bin banê FGBRS’ê de 14’ê Tîrmehê bi beşdariya 21 gaziyên şer dest pê kiribû bi dawî bû. Di dewreya bi zimanê Erebî de perwerde li ser esasê parêznameyên Rêbertî hat meşandin.

Di perwerdeyê de dersên Wateya Girîngiya Gazîbûnê, Dîroka Jin-Jineolojî, Rastiya Jin û Malbatê, Rejîma Heqîqetê, Hevaltî, Nirxên Maddî û Manewî, Girîngiya Perwerdeyê, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Dîroka Rojhilata Navîn, Rexne-Xwerexnekirin, Neteweya Demokratîk û hwd. hatin dayîn.

Di dewreyê de her wiha tehlîlên şexsî jî hatin kirin. Gaziyên şer ên tevlî dewreyê bûn, diyar kirin ku di perwerdeyê serwextbûneke mezin di wan de çêbûye û amade ne tiştên ji perwerdeyê wergirtine di pratîka xwe de pêş bixin.

Dewre bi şahiyeke bi coş bi dawî.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button