Dewreya Şehîd Serkêş Riha ya gaziyên şer bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Rizgar Wan a Dewreya Şehîd Serkêş Riha ya perwerdeya bîrdozî ya gaziyên şer bi sozdayînê bi dawî bû.
Dewreya Serkêş Riha ya Akademiya Şehîd Rizgar Wan di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ya meha Îlonê bi beşdariya 29 gaziyên şer dest pê kiribû bi sozdayînê bi dawî bû.
Di dewreya bi zimanê Kurdî de perwerde li ser esasê parêznameyên Rêbertî û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hat meşandin.
Di perwerdeyê de dersên îdeolojîk ên weke Dîroka Jin-Jineolojî, Rastiya Jin û Malbatê, Rejîma Heqîqetê, Hevaltî, Nirxên Maddî û Manewî, Girîngiya Perwerdeyê, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Dîroka Rojhilata Navîn, Rexne-Xwerexnekirin, Neteweya Demokratîk û hwd. hatin dayîn.
Piştî sozdayînê gaziyên şer ên tevlî Dewreya Şehîd Serkêş Riha bûn, destnîşan kirin ku ji bo karibin ji pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin re bibin bersiv û pratîkeke serketî pêş bixin, tevlî perwerdeyê bûne û gotin, “Di pêvajoyeke wer hesas de em hatin perwerdeyê. Me hêzeke mezin a fikrî û bîrdozî ji perwerdeyê girt. Bi taybet dema me Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwendin û guhdar kir me fêm kir ku weke gaziyên şer divê hê bêhtir em bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin. Em ji bo pratîkeke serketî amade ne.”
Dewreya Şehîd Serkêş Riha bi tevlîbûna Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên eskerî-sivîl û xelkên herêmê bi şahiyeke bi coş bi dawî bû.




