‘Dewlet Tirk ji bo gelan ji Rêbertî qut bike tecrîdê didomîne’

Ciwanên tevlî daxuyaniya li dijî tecrîdê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn diyar kirin ku Dewleta Tirk a dagirker ji bo Rêber Apo ji gelê Kurd û gelên azadîxwaz qut bike vê tecrîda girankirî dimeşîne.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di vê daxuyaniya ku ji her aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaziyên şer tevlî bûn, ciwan jî ji bo piştgiriyê beşdar bûn. Ciwanên di çalakiyê de amade bûn, nêrînên xwe yên li hember tecrîdê bi navenda Ragihandina FGBRS’ê re parve kirin.

Nirxandin û nêrînên ciwanan wiha ne: 

Ronahî Hisên:

Ez endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me. Dewleta Tirk a dagirker ji bo Rêber Apo ji gele Kurd û gelên azadîxwaz qut bike vê tecrîda girankirî dimeşîne. Jin, ciwan û gelan dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re nîşan dan û her roj bi çalakiyên xwe vê îspat dikin. Derket holê ku plan û êrîşên dijmin û hêzên komploger negihiştiye armanca xwe.

Fikir û ramanên Rêber Apo êdî li her cihî belav bûye. Di nav ciwanên Kurd û Ereb û gelên din de fikren Rêbertî bûne eşq û evînek. Wê ti carî plan û hedefên dewleta Tirk neçin serî.

Weke ciwanên vî welatî erk û wezîfeya me ya destpêkê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Dîsa bi awayekî pir mezin xwedîderketina li şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi hêviyeke mezin, di nav ciwanan û gelan de bi belavkirina fikir û ramanên Rêber Apo re pêwîst e, em hemû xwedî li vê şoreşê derkevin.

Banga me ji bo tevahî ciwanan ew e ku ji bo em karibin azad bijîn û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin, divê em ji têkoşînê re pêşengtiyê bikin.

Bêrîtan Roj:

Weke Berdevka Giştî Yekîtiya Jinên Ciwan dixwazim vê bejim, Rêber Apo 25 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin û ev nêzî sê salan e ti agahî jê nayê girtin.  Dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemon vê tecrîdê bi zanebûn pêş dixin. Ev hêz dizanin dema dengê Rêber Apo derkeve derve û bigihîje gelan wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin. Dijmin naxwaze Rêbertî û gel, Rêbertî û ciwan nêzî hev bibin. Hewl didin têkiliya Rêber Apo ya bi gel û ciwanan re qut bikin. Lewma timî bi hincetên curbicur ên weke cezayê disîplînê û hwd. dixwazin ji vê tecrîda girankirî re qilifekî hiqûqekê çêbikin.

Belkî Rêbertiya me bi awayekî fizîkî di zindanê de ye, lê di aliyê ruhî û zihnî de em 24 saetan bi Rêbertiyê re ne. Weke ciwan bi çalakiyên xwe em li her cihî û ji her kesî re didin diyarkirin ku çi dibe bila bibe heya Rêbertî bi fizikî azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin, timî li ser piyan bin.

Şervan Zîlan:

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger im. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze di şexsê Rêber Apo de tevahiya gele Kurd û gelên Rojhilata Navîn bixe nav tecrîdekê. Her roj tecrîda li ser Rêbertiyê tê girankirin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger vê tecrîdê weke sûcekî li dijî mirovatiyê dihesibînin. Ji ber Rêberê mirovahiyê Rêber Apo em şiyar kirin, ruh da ciwanan, kir ku gel karibin rabibin ser piyan û li azadiya xwe bigerin.

Armanca dewleta Tirk a bi tecrîda li ser Rêber Apo re ew e gelan ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradigmaya Rêber Apo îro gelê Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî pêkve dijîn. Ev gel bi awayekî azad û wekhev xwe bi rê ve dibin.

Weke ciwan û Tevgera Ciwanan soza me ew e em Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad bikin. Ji bo vê pêwîst e, em asta çalakî û aktîvîteyên xwe xurttir bikin. Mirov çawa nikare bênefes bijî, em jî weke ciwan nikarin bê Rêbertiya xwe bijîn. Li çiyayên Kurdistanê milîtanên Rêber Apo li dijî her cure teknîka dijmin li ber xwe didin. Ev milîtan û gerîla hêza berxwedanê ji Rêber Apo digirin. Xwe bir raman û îdeolojiya Rêbertî amade kirine û pêş xistine.

Di dawiyê de em dixwazin vê bejin. Her ciwanên Kurd û yên ji pêkhateyên cuda li ku derê dibin bila bibin, divê ji bo şikandina tecrîdê çalakiyên xwe xurttir bikin. Pêwîst e ciwan tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bibin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e. Gelên me bê Rêbertî najîn. Em nikarin bê Rêbertî bijîn. Jiyana azad bi Rêbertî re dibe.

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button