Deştî hevrêyekî pir dilpaqij û dilsozê Rêber Apo bû

Axîn Kobanê

Min cara yekem heval Deştî li nexweşxaaneyê dît. Rewşa heval Deştî pir giran bû. Lê tevî vê jî moral û coşa wî bilind bû. Bi rûkeniya xwe şewq dida.

Heval Deştî bêyî ferq û cudatiyê bixe nav hevalan bi hemûyan re sohbet dikir. Jixwe bi nirxandin û şîroveyên xwe yên têkildarî şoreşê, Rêbertî û Tevgera Azadiyê bi nav û deng bû. Mirov timî dixwest pêre sohbet bike.

Hevrê Deştî timî dixwest bi kar û xebatekê re mijûl bibe. Ji çandina daran û xwedîkirina kevokan pir hez dikir. Her wiha pir girîngî dida perwerdeyê jî. Hem di aliyê eskerî hem jî fikrî de hewl dida hem xwe hem jî hevalên xwe pêş bixe, serwext bike.

Hevrê Deştî ti carî gazîtiya xwe li hember kar û xebatên Tevgera Azadiyê weke astengî nedît. Berevajî bi zanebûna gazî pêşengên şoreşê ne tevdigeriya. Hin heval ji hevrê Deştî pirsa, “Lingên te çûne. Tu çawa dijî?” dikin. Hevrê Deştî bersiva, “Gelek hevalan canê xwe dane. Min lingên xwe dane ne pir e” dide. Mirov di vir de mezinbûna heval Deştî pir baş fêm dike.

Heval Deştî di nirxandineke xwe ya din de jî dibêjê, “Şer tenê bikaranîna çekê û çûna eniya pêş nîne. Mirov dikare bi pênûs, siyaset û zimanê xwe jî şer bike. Pêwîst e ji bo gelên xwe em zêdetir bixebitin û ked bidin.”

Deştî hevrêyekî pir dilpaqij û dilsozê Rêber Apo bû. Di şexsê hevrê Deştî de em hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Bejna xwe li hember giyanê wan ê pak û delal ditewînin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser şopa wan bimeşin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button