Destên dirêjî nirxên me dibin wê werin jêkirin
Lava Eyo

Çeteyên bêmirêz û ti exlaqekî mirovî bi wan re nîne li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî nirx û pîroziyên me dikin.
Yek ji wan çeteyan keziya şervaneke azadiyê jêkiriye û nîşanî kamerayan dike. Vê destdirêjiyê di nav gelê Kurd, jinan û gelên cîhanê de rê li ber teqîneke mafdar a însanî û wijdanî vekir.
Keziyên jinan di nav civaka Kurd de gelekî bi wate ne. Ji dîrokê ve mirov li ser têne kuştin. Li hember vê destdirêjiyê hemû jinan li her deverê helwesta xwe ya tund nîşan didin.
Divê were zanîn ku di vê berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ya li hember wan çeteyên bêpîvan û bênirx de em ê wan destên dirêjî nirxên me bibin qut bikin. Em ê ti carî wan zaliman, sûcdaran û alîgirên wan efû nekin.
Wê di jiyana di pêşengiya jinên şoreşger û berxwedêr de were avakirin, ti carî cih ji wan qatilan re nebe.
Li ser vî bingehî pêwîst her kesên xwedî wijdan û bi exlaq divê di vê berxwedana îro li Rojavayê Kurdistanê pêş dikeve de cihê xwe bigirin. Ji bo em karibin tola hemû şervanên xwe yên ji bo me nirxên herî pîroz in rakin û jiyana wan xeyal dikir ava bikin hewce ye heya dawiyê em şer bikin.




