Dengê heqîqetê: Argeş Serhed

Azê Dalaho

Hevrê, pêşengê jêhatî û çalak Argeş Serhed her weke kedkarekî çapemeniya azad xebitî. Bi wênekêş û pênûsa xwe pêşengê xeta azadiyê bû. Qehreman û çelengê Kurd lawê Serhedê mîna pêşengekî kêrhatî yê gelê xwe xwedî bandor û avaker bû. Hevrê û serkêşê serhildêr li ser şopa şoreşgera navdar Gurbetellî Ersoz têkoşîn kir û timî hewl da di rêya wan de bibe çalakvanekî bi bandor û jêhatî. Di xebata xwe de gelekî ji dil û can bû. Hevrê Argeş bi rastî weke navê xwe bû û her geş bû. Rûbiken û çalak bû. Kesayeta hevrê Argeş mîna rûbarekî herikbar bû, zekî, zana û pratîkvan bû. Rola hevrê Argeş a di çapemeniya azad de pir bi bandor bû. Pêşeng û serkêşê gerîla hevrê Argeş xwedî roleke mezin bû di nava çapemeniya azad a xwedî rêûresmeke mezin e ya şoreşê de.

Bi rastî mirov çiqasî li ser jiyana hevrê Argeş biaxive jî wê kêm bimîne. Ne pênûs û ne jî lênûs têrê dikin ku mirov pesnê hevrêyê xwe Argeş bide. Lê kêm be jî min hewl da ez li ser jiyana hevrêyê xwe Argeş Serhed, bipeyivim û bi çend hevokan behsa wî bikim, jiyan û xebata wî vebêjim. Bi rastî hevalê Argeş gerîlayekî fedayî û çalak bû. Jixwe di şerê xwe de jî pir xurt bû. Bi kamera û wênekêşa xwe senger bi senger digeriya, dîmenên hevalên xwe yên gerîla dikişand û bi wan re diyalog dikir. Mirov ji kûrahî de wêrekî û zîrekiya hevrê Argeş Serhed didît û pê dilgeş dibû. Mirov zîrekî û jêhatîbûna wî ji xwe re weke nimûne digirt. Hevalê mêrxas û çeleng Argeş pir ji pênûs û kameraya xwe hez dikir. Di karê xwe de bibû hunermend, xwedî tecrûbe û ezmûn.

Hevrê Argeş bû dengê gelê xwe û ew bi her kesî dane nasîn. Ez bi hurmet û minetdarî hevalê xwe Argeş bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wî ditewînim û soza xwe jêre nû dikim. Ez dibêjim girêdana min bi şehîd Argeş û di şexsê wî de bi hemû şehîdên Kurdistanê re bêhempa û bêsînor e. Ji bo  ez layiqî wan derkevim, her di nava têkoşînê de me. Şehîd, pêşengên têkoşîna me ne û bi ronahiya wan em ê têkoşîna xwe bigihînin serketinê. Kesayeta hevalê Argeş a xwedî vîn û tijî bawerî ji bo me hemûyan dibe mînaka jiyana azad. Hevalê Argeş bi keda xwe pêş ket û aktîf bû. Her xwest ji heval û hogirên xwe re bibe nimûneya kesayeta ji xwe bawer û zana.

Hevrê Argeş  bênavber ji bo dengê azadiyê bilind bike û ji raya giştî re ragihînê kar kir û xebitî. Hevrêyê me rastiya dijmin a kujer û berxwedaniya gerîlayên azadiyê kêlî bi kêlî şopand û ji raya giştî re ragihand. Bi her şêweyî têkoşiya da ku dengê heqîqetê li cîhanê belav bike û yên razayî ji xewa mirinê şiyar bike. Hevrê Argeş pişti birîndar bû jî her kêlî têkoşîn dikir. Tevî birînên xwe yên xedar jî hewl dida xebatên xwe berdewam bike. Lê mixabin birînên wî yên xedar roj bi roj bedena wî rizand û gihişt şehadetê. Ez bi şehadeta hevalê xwe Argeş Serhed gelekî xembar bûm. Hevalê têkoşer Argeş wê timî di fikir û jiyana me de be.

Ev rastiyeke şer e, birîndarî û şehadet jî têde heye. Ez ji malbata hêja ya şehîd Argeş re sersaxiyê dixwazim. Em jî bi qasî we û zêdetir jî bi şehadeta hevalê xwe yê gazî Argeş Serhed bandor bûn. Em ê xeyal û armancê wî û tevahî şehîdan pêk bînin. Şehîd namirin, her di fikir û jiyana me de dijîn.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button