ÇIYA

HELBEST

Gava çiya biaxivin,

Bi kevir û dar

Û kaniyên xwe ve,

Bêka çend govend û dîlan

Ew jê re bûne şahid.

Gava çiya bêjin

Çîroka xwe,

Wê çend rûpel

Bêne dagirtin;

Her rûpelek, kirinek, çîrokek,

Berxwedanek, serpêhatiyek

Her rêzeke, berbangek

Û şer û cengek.

Her gotinek navê lehengekî,

Her tîpek

Lêdana dilê mirovkî.

Gava çiya dilê xwe vekin,

Rastiya xwe bêjin,

Ka çiqasî tî bûbû

Û ava jiyanê dixwestin?

Zinar û lat jî

Bila biaxivin,

Ka çiqasî sor bûbûn,

Ji xwîna azadîxwazan.

Belê îro

Deşt jî bûne çiya,

Bajar jî bûne çiya,

Zindanên me jî bûne çiya.

Huseyîn Şawîş

07.12.2009.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button