Civaka Êzidî wê careke din plan û hesabên qirêj pûç bike

Viyan Gabar

Dema mirov li erdnîgariya Şengalê temaşê dike, mirov bêhna berxwedana gelê kevnar jê digire.

Ew gelê bi 74 fermanan re rûbirû hatine ti carî dev ji bawerî û çanda xwe ya resen û kevnar berneda. Ji ber ew gel her dem şopdarê pêşengên xwe bûn. Ji Derwêş û Eduleyan bigire heya Xatûna Fexra û di roja me îro de jî ji Mam Zekî, Fermandar Berxwedan,  Zerdeşt û Pêşengê hêja Dijwar bûn rênîşana wan.

Îro li ser civaka me Êzidî dîsa planeke qirêj a hezên desthiladar tê meşandin. Careke din dixwazin fermana sala 2014’an pêk hatiyê bidin jiyîn. Hêzên hegemon û dagirker naxwazin gelê Şengalê xweseriya xwe ava bike, bi çand, bawerî û nasnameya xwe bijî. Ew hêzên bêbext hebûn û baweriya civaka Êzidî ji bo xwe weke metirsiyeke bingehîn dibinîn.

Çawa sala 2014’an hêzên PDK’ê û Iraqê çekên di destê gelê Şengalê de kom kirin û ew gel bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re rûbirû hiştin, careke din em dibînin hêzên Desthilata Iraqê heman rêbazî bi kar tîne. Vê ji bo gel bêparastin bimîne û nikaribe bergiriya xwe bike dikin.

Şengal ji aliyekî ve di nav dorpêça hêzên Iraqê de ye. Li aliyê din jî dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê yên li Helebê û deverên din perwerde kirine, bişînin ser Şengalê. Hêzên dagirker û desthiladar ên naxwazin Kurd û bi taybet xelkê Êzidî bi hebûn û nasnameya xwe bijî ew plan kirine dewrê.

Plana destpêkê ya qirkirina Kurdan li Helebê dan destpêkirin.  Li dû wê êrîşên hovane li hember herêmên Rêveberiya Xweser pêk hatin. Niha dixwazin li ser erdnîgariya Şengalê û xelkê me yê Êzidî êrîş û komkujiyan pêk bînin. Dewleta Tirk, hinek dewletên herêmê û hêzên navdewletî jî di nav vê plana kirêt de hene. Hêzên serwer qet naxwazin li ti cihekî Kurdên azadîxwaz ên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde û gurçûpêç kirine hebin. Tenê dixwazin Kurdên teslîmbûyî û timî her daxwazên wan pêk bînin hebin.

Civaka Êzidî piştî Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, ji bo careke din rastî komkujî û qirkirinan neyê li ser esasê xweparastinê hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Bi Rêveberiya Xweser jî di aliyê siyasî de meclîs, komîn û hwd. de jiyana xwe tenzîm kirin. Civaka Êzidî ya çavkaniya resen ya Kurdîtiyê ye, bi berxwedan û îradeya xwe ya bi sedê salan sembola tevahiya Kurdistaniyan e.

Bêguman civaka me ya Êzidî wê li hemberî hemû êrîşên qirêj xwe bipareze û destûr nede fermanên nû. Ew gelê kevnar wê tekez li hemberî van planên navdewletî li ber xwe bide û hemû desketiyên xwe bipareze. Ji ber soz danê şervan û pêşengên xwe ku li hember her cure êrîşan di nav berxwedaneke bi rûmet de bin, ti carî serî ji dijminê xwe re netewînin û îradeya xwe teslîmî ti hêzî nekin.

Civaka Êzidî di ve zanebûnê de ye ku dema îradeya xwe teslîmî hêzêke derveyî xwe bike, wê ferman û jenosîdeke hîn dijwartir bê ser serê wan. Civaka Êzidî ji sedî sed wê plan û hesabên qirêj pûç bike.

Pêwîst e tevahî Kurd û mirovên azadîxwaz li dijî her cure plan û êrîşên li ser civaka Êzidî di nav livûtevgerê de bin û ji bo têkbirina hesabên qirêj xwedî helwest bin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button