Çirûska 4’ê Nîsanê
Cûdî Cizîr

Meha Nîsanê bi reng bedewiya xwe dixemilîne xwezayê. Di wê mehê de ronahiyek 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara bilind bû û li cîhanê belav bû. Lawikek bi navê Abdulah Ocalan ji dayik bû. Bi jidayikbûna wî lawikî re mazlûman çavên xwe li jiyanê vekirin.
Gelên Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê hatina wî bi xweşbînî û hêviyên mezin pêşwazî kirin. Ji ber ku hebûna xwe di fikrên wî de dîtin û di hatina Rêbertiyê de aştî, azadî, aramî, dadwerî û wekhevî dîtin. Jê bawer bûn û pê serbilind û şanaz bûn. Ji bo vê rojbûyîna Rêber Apo di biharê de, wateya biharê hîn zêdetir girîng, watedar û pîroztir dike. Gel pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, pîrozkirina tevayî nirxên xwe yên dîrokî û çandinî dibînin û digirin dest. Di tevayî dîroka gelê Kurd de cara yekemîn e rastî Rêbertiyeke mîna Rêber Apo tên. Ji bo vê yekê her sal gelê Kurd 4’ê Nîsanê pîroz dikin, bilind dikin, bi nirx dikin, bi fazîlet dikin. Ev her sal ji aliyekî ve mîna çandekê pîroz dikin. Ligel vê jî festîval, pêşbirk, pêşengehên wêneyên Rêber Apo, fuara pirtûkên Rêber Apo û konser tên lidarxistin. Helbestên ji bo Rêber Apo tên gotin, panelên li ser paradîgmaya Rêber Apo û hwd. bi awayekî cur bi cur berdewam dikin.
Bi vî awayî girêdana gel ya bi paradîgma û rêxistiniya Rêber Apo daye afirandin re hîn berbiçavtir dibe. Bi vê yekê diyalektîk û dilsoziya di navbera Rêber Apo û gel de derdikeve holê. Li her cihê ku gelê Kurd baweriya xwe bi paradîgmaya Rêber Apo aniye, li gor mercên wê derê roja jidayikbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Civaka Kurd rojbûna Rêber Apo mîna rojbûna xwe dibîne. Ji bo vê yekê weke çandekê her sal pîroz dikin. Kî bixwaze rastiya derketina holê ya mirovahiyê nas bike, bila berê xwe bidin Rêber Apo. Ji rojbûna Rêbertî heta roja îro bila bişopînin û lêkolîn bikin da ku xwe bigihîn heqîqetê. Bi derketina Rêber Apo re bi hest û ramaneke mezin di dil û mejiyê mirovan de evîndariya azadiyê ji nû ve şîn bû. Welatê rojê bi vê tevgara nûjen zindî bû. Li ser vê xakê dîsa çavkaniya dîrokê veda.
Zarokek dema ji dayik dibe pêwîstiyê bi şîrê dayikê dibîne. Ax jî ji bo şîn bibe pêwîstiya xwe bi avê heye. Ji bo dilopên baranê biherike nava jiyanê û xwezaya bi bedewiyan tijî biafirîne, pêwîstiya xwe bi yekbûna eşqê ya bi heybet a ewran heye. Yê me jî pêwîstiya me bi Rêber Apo heye ku rastiya gelê li ber rizandinê, mirovahî û kesayetiyê jinûve bi me da hîskirin, bi wate kir û jiyan ji nû ve da me. Cihgirtina li nava yekbûna jiyanê ya eşqa Rêbertî û Tevgera Azadiyê ku bi nirxên giranbiha hatiye afirandin, jiyana bi van nirxan gelekî hêja ye ku heqîqeteke bi qasî wê bi wate nîne. Jiyana vê heqîqetê jinûve çêbûna me bi me da hîskirin.
Rêberê min, eşqa heqîqetê; di şewqa hêviyê de ya ku bi te re geş bû, yekane armanca me jiyana bi te re, xwegihandina bi te re ye. Fêmkirina te , fêmkirina wateya ku te tevlî jiyanê kiriye, jiyana eşqê ya di asta herî bilind de ye. Di nava baweriya dilsoziyê û hêviyên te de dixwazim bi eşqê bibim dilsozê te. Dixwazim te bijîm, hîs bikim. Rêberê min, dema we di navbera çar dîwaran de dihizirim, negengaze kêfxweş bibim. Weke taybetmendî jî bêdeng im û pir naxivim. Ji ber hûn di nav çar dîwaran de dijîn her tim mîna qaqlibazekê birîndar im.
Rêberê min, hûn min dibîhîzin? Xwezî min deng û dilê xwe gihandiba we. Rêberê min, ger tiştek bi we bê wê demê çi wateya jiyana me heye? Ger azadiya we pêk were wê demê jiyan ji me re dibe jiyan. Rêberê min, min xwest hezkirina xwe ya li hemberî we qîr bikim, lê di nîvî de ma û zû birîndar bûm. Lê ji bo armanc û xeyalên xwe pêk bînim ez ê têbikoşim xwe bigihinim heqîqeta te. Ji bo di dema herî kurt de bigihêjim te, bigihêjim eşqa xwe û pêre bibim yek, ez ê her tiştî bikim. Soz didim te. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Baş e ku ew mirovê pîroz hatiye dinyayê.Ez baweriya xwe ya bi rojên azad a bi azadiya Rêber Apo, zarokên Kurdan û hemû gelê bindest tacîdar bibe nû bikim. Rojbûna te Pîroz be Serokê min…




