Çîroka çivîkeke tijî ders
Ezîme Zagros

Ey çivîka nazdar te çawa peyda kir ev cihê bi wate û qîmetdar. Çivîkeke delal ku li cihekî bi ewle digeriya hêlîna xwe lê çêke, ji bo ti destên biyanî negihêjinê, hêkên xwe lê deyne û çêlikên xwe bi ewlehî, bi dilekî pir bi aram mezin bike. Çivîka me ya narîn gelekî geriyaye, westiyaye û ji destên biyanî bi guman bûye. Herî dawiyê berê xwe dide mala hevalên gaziyên şer û bi taybet jî li eywana malê li cihekî bilind ê wêneyê Rêber Apo li dîwarê wê û li ser deriyê malê daliqandî ye, hêlîna xwe li ber qiraxa wêneyê Rêber Apo çêkiriye.
Dem û cih qet ne girîng e û ya herî girîng jî ew e çawa di navbera wan de girêdan tê çêkirin, bi rengekî hevseng hevdu didin jiyandin û qet zerarê nadin hev. Divê were zanîn ku xwezaya me wer hatiye, hevsengîkirin, lê mixabin hişmendiya mirovan û ezeziyeta wan hevsengiya xwezayê, pergala civakê jî xerab kiriye. Aniye rewşeke ku hew tê debarkirin. Teqez divê were zanîn ku xweza hemû zindiyên di nava xwe de hevseng kirine, wateyên pir bedew li wan bar kiriye, parastine û anîne vê rojê. Weke rohniyê tevahî zindî di milê ruhî de bi wate kirine, nirx daye wan û ew kirine hevparê ruhê xwe yê gerdûnî. Lê belê mirovan bi hişmendiya xwe ya ferdperestî xweza û civak ji xwe re kirine qurban.
Lewra hevdu hiskirin û naskirin, ew e mirov hevdu ji bîr neke. Rêber Apo di pêvajoya zarokatiya xwe de li hemberî xweza û zindiyên bêyî hemdê xwe zerar daye wan jî lêborîn ji wan xwestiye. Ji bo vê jî wê çivîkê xwestiye bi çêkirina hêlîna xwe ya li ser wêneyê Rêber Apo yê hevparê xwe yê wefadariya gerdûnî re hevaltî û sedaqeta xwe berdewam bike. Wê çivîkê hewl da ku heval û hogirê xwe bi tenê nehêle. Ji ber li Îmraliyê 27 salên Rêber Apo çêbûne û hîn jî wê tenêtiyê dikişîne. Îro jî çivîka hestiyar û bedew li rex wêneyê Rêber Apo yê ji tevahî zindiyan hez dike û wan his dike hêlîna xwe çêkir. Ji bo çêlîkên xwe di bin siya Rêber Apo de biparêze û wan mezin bike. Hevalên gazî jî ew çivîka bedew xwedî dikin, diparêzin ji bo çêlîkên xwe bi firê bixe û bedewiya xwe belavî tevahî cîhanê bikin.
Min xwest ez vê mijarê binivîsim da ku her kes bibîne bê çawa Rêber Apo ji zindiyan hez dike û zindî jî Rêber Apo ji xwe re dikin cihê star û ewlehiyê. Hewldanên min ew in ku ez bi rêya vê nivîsê ji we re bidim nîşandan ku hezkirina Rêber Apo a kûr ji teyr, çivîk û tilûran re çawa hişt ku ev çûk jî hêlîna xwe li ber wêneyê Rêber Apo çêbike û parastinê jê hêvî bike. Ez wiha hêvî dikim xebera vê çûkê bigihêje Rêber Apo û li ser wê şîroveyên xwe yên siyasî bike. Divê were zanîn ku girêdana Rêber Apo ya ji xwezayê re gelekî xurt e û tevahî zindiyan his dike. Ez ji dil û can silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînim û temenekî dirêj jêre hêvî dikim. Ez dibêjim, Canê me fedayî te ye û em bi te serbilind in. Em ê ji bo, azadiya te ya fizîkî canê xwe jî feda bikin.