Çeteyên tundrew wê çawa ji civakê re bibin pêşeng?
Asya Weşûkanî

Sosret e mirov ji qatil û dirindeyan hêvî bike ku pêşengtiyê ji civakê re bikin. Eger hinek wiha hêvî bikin jî rewşeke hîn sosret û balkêştir e. Ji ber sedema rewşa xerab a jin û civakê ew kesên xwedî hişmendiyên êrîşkar û hov in.
Bi rastî jin û civak di nava pencên qirkirinê de ne. heke weke hêzên dijberî tundiyê xwe nekin yek û xwe bi rêxistin nekin, wê serdemeke tarî û reş bijîn. Ew serdema tarîtiyê jî weke cahiliyetê ye.
Her kes bi çavên serê xwe dibîne bê ka HTŞ çawa, hewl dide xwe weke pergal li şûna pergala desthilatdar a partiya Baas bi cih bike. Mixabin ji wan xerabtir nebaşiyan li gelê Sûriyeyê dikin. Gelên Sûriyeyê gelekî westiyan e û pêdiviya wan bi pergaleke demokrasiya xwecihî heye.
Divê rewşa wan li ber çavan bê girtin. Lê mixabin pergala demkî desthilateke hîn hişktir li ser pêkhateyên Sûriyeyê ferz dike.
Rewşa jin û civakê weke di nava gel de tê gotin, ji ber baranê xwe avêtine avê. Her kesî li ser medya civakî agahiya sosret a pêkanîna kongreya diyaloga niştimanî ya ji hêla HTŞ’ê ve hat lidarxistin bihîst û temaşe kir.
Careke din hate tekezkirin ku rêveberiya demkî ya HTŞ’ê qet têrker nîne û tenê li pey desthilatdariyê ye. Gelê Sûriyeyê ji desthilatdariya navendî têr bûye û wê qet vê qebûl neke.
Jixwe ji niha ve bertekên gelên Sûriyeyê pir dijwar bûye û wê hew zilmê qebûl bikin. Divê were zanîn qedera gelên Sûriyeyê nîne ku her di bin zext û zordariyê de bin. Eger desthilata li Şamê li xwe venegere û dev ji tundiya li ser jinan û civakê bernede wê rewşa wan ji ya Beşar xerabtir bibe.