Çend hestên bi şehîdên zindî re
Arîn Koçer
Dema ez hevalên birîndar dibînim hesteke pir cuda li cem min peyda dibe û ez bêdengiyekê dijîm. Lê dema ez manewiyat û kelecana wan dibînim, hestên min wek volqanekê di ser hev re dikelin, difûrin û ez ji vîndariya wan matmayî dimînim. Ez ji kelecana wan dilşad dibim û xwe wek teyreke li asîman hesab dikim. Kîn û nefreta min li dijî dijmin deh qat dibe û hêrsa min a tolhildanê pir xurt dibe.
Bi taybet jî dema ez li ser kesayet û têkoşîna wan hevalan lêhûrbûn dikim gelekî bandor dibim. Ez li ser hevalên ku ji serê xwe de derb xwarine gelekî diêşim. Lê teqez hestiyarî tenê têrê nake û ez xwe komî ser hev dikim. Dihizirim bê ka gelo ez ê çawa ji wan re bibim bersiv û tola wan ji dijmin û xayînan bigirim.
Bi rastî hevalên birîndar gelekî bi hêz disekinin û weke dixwazin ji dijmin re bibêjin, “Tu nikarî pêşiya azadiya me bigirî. Em ji rizgarî û azadiya gel û welatê xwe, bawer in, teqez em ê bi ser kevin ey neyar!” Bi rastî hevalên birîndar û gazî gelekî bi hêz in. Bi taybet jî hevalên jin ên ji bo şoreşê di şer de parçeyek ji canê xwe dane û tevî birîndariya xwe jî xwedî hêz in. Di têkoşînê de bi kelecan û israr in. Hevalên gazî xwe perwerde dikin û dixwazin bibin şagirtên pir baş, ji bo Rêberê Rêberan Rêber Apo. Ji serkeftina şoreşê re xwe hazir dikin û tevî hemû zehmetiyên xwe jî bi biryar in serkeftinê bi dest bixin, Rêber Apo bi awayekî fizîkî rizgar bikin û ji bo vê her dem di nav çalakiyan de ne.
Şehîdên şoreşê yên dijîn tevî hemû birîndarî û astengiyan jî li ber xwe didin, vînek ji pola raber dikin û dixwazin tola xwe û ya tevahî gelê Kurdistanê ji dijmin û xayînan rakin. Bi berxwedana wan heval û hogiran ên parçeyek ji canê xwe dane, di rêya şoreşa mirovahiyê de teqez wê şoreş bi ser bikeve. Wan hevalan têkoşîn kirin ji bo ku gel û welat biparêzin û serkeftinê bi dest bixin. Bi rastî mirov bi çavên serê xwe dibîne ku vîna mirov di ser her tiştî re ye û ya din jî dema mirov, ji xwe bawer be û hewldanên xwe, yên têkoşînê hebe ti tiştek nikare li pêşiya wan bibe kelem û astengî.
Hevalên birîndar ji bo min gelekî bi wate û giranbiha ne. Bi rastî ez heyrana vîna wan a ji pola me. Dema hevalên birîndarên şer dibînim, ez manewiyatê ji wan digirim. Pirî caran ez li ser wan dihizirim û hestên min ji bo wan hevalan pir nazik dibe. Tevî parçeyek ji canê xwe jî ji bo welat û gel dane, careke din jî têkoşîna xwe xurtir dikin û ji her kesî zêdetir dixebitin. Wexta ez li rûyê wan hevalan temaşe dikim, ez îlhama têkoşîn û berxwedanê digirim û hêviyên min ên azadiya welat û gel mezintir dibin.
Di şerê bajarê Minbicê yê sala 2016’an de ez tevî gelek hevalan birîndar bûm û hevalan em derbasî nexweşxana bajarê berxwedanê Kobanê kirin da ku birînên me baş bibin û em vegerin eniya şer. Li nexweşxaneyê gelek hevalên birîndar hebûn. Ji nav wan hevalan jî hevalek jin a ji Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê hebû. Birînên wê hevalê jî gelekî giran bûn. Doktoran xortim xistibûn serê heval û rewşa wê ji ya me hemûyan girantir bû. Ez hinekî li ser xwe bûm û guhên min her li ser hevalan bûn. Min digot ku teqez divê li cem min tiştek bi hevalan neyê. Rewşa wê hevalê gelekî min hestiyar dikir û ez li ser diêşiyam. Wiha li min hatibû ku ez bibûm nobedarê wê ji bo tiştek neyê sere wê. Her ez li heval haydar bûm, min ew diparast da ku zindî bimîne û tola xwe ji dijminê xerab rake, têkoşîna xwe berdewam bike. Ew heval baş bû, vegeriya ser xebata xwe û niha jî dema ez wê dibînim gelekî manewiyatê jê digirim.
Selena jî hevalek gazî ye û di şer de birîndar bûye. Rewşa heval gelekî giran e, lê tevî wê jî hevalek gelekî fedakar û çalak e. Hevalek bîrewer û têkoşer e. Her dixwaze xizmeta hevaltiyê bike, heval di hêla zehmetiyan li ber xwe bidin û serkeftî bin. Wexta mirov li çavên wan hevalên birîndar temaşe dike hestên pir xerîb têne mirovan, mirov dilşewat dibe. Lê teqez dilşewatî têrê nake û xwedîderketin hewce dike. Ez pirî caran li xwe dizîvirim û dibêjim, “Wele heval gelekî bi vîn û hêz in. Tevî hemû zehmetiyan jî tekoşîn dikin. Naxwe divê em jî wan mînak bigirin, têkoşîna xwe xurt bikin da ku em layiqî wan û keda wan a bêhempa bibin. Ji wan re bibin heval û hogirên rast ji bo em serkeftinê bi dest bixin.” Pir zelal diyar dibe ku vîna mirovan di ser hemû zehmetiyan re ye û ya girîng jî ew e mirov di ferqa hêza xwe de be û ti astengiyan nas neke. Gelek hevalên me yên gazî, her du lingên xwe wenda kirine, lê her tim bi kelecan û dilgeş in. Ev jî ji bo min hêza manewiyatê ye.
Mînak hevala Jiyan tevî her du lingên xwe jî wenda kirine xwedî bîr û baweriyek pir mezin e. Li hemberî hemû zehmetiyên xwe têkoşîn dike û dibêje ku ew qet xwe weke birîndarekê nabîne, çawa hinekî baş bibe wê biçe ser kar. Gelek hevalên gazî hene ku piştî birîndar bûne jî her li ser kar û xebatan bûne û qet, qebûl nekirine ji meydanên şer û têkoşînê dûr bikevin. Heya nefesa xwe ya dawiyê jî şer kirine û bi lehengî gihiştine şehadetê.
Hevala Sozdar Sêrt jî çavekî xwe di şer de wenda kiribû, lê tevî vê jî bi salan li çiyayan ma. Di Şoreşa Rojava de têkoşîn kir. Niha jî li çiyayên azad têkoşîn dike û rojekê jî gilûgazincek nekir. Negot ku ew tengasiyê dikişîne. Bi rastî ev hemû hêza bîr û baweriyê ye. Eger ne wiha ba wê hevalên gazî xwe bêçare hesab kiribana.
Lê dema em dibînin heval kar û xebatan dikin, bi manewiyat û kelecan in, em jî manewiyata xwe ji wan digirin û ji xwe bawer dibin. Em dixwazin bibin layiqî wan û tola wan ji dijminan bigirin. Hevalên gazî hêza manewiyata xwe ji Rêber Apo û şehîdan digirin û ji wan re soz dane. Li ser van bingehan em jî soz didin Rêber Apo, şehîdan û gaziyan, em ê li ser xeta wan têkoşîn bikin û serkeftinê bi dest bixin da ku em tola wan jî bigirin. Ez ê jî bi îlhama min ji hêza van şehîdên dijîn û zindî girtiye, têkoşîn bikim. Ez xwedî wê îdîayê me ku ez ê bibim layiqî wan û Rêber Apo û têkoşîna xwe bilindtir bikim.