Çareseriya bingehîn paradîgmaya neteweya demokratîk e

Gaziya şer Viyan Gabar anî ziman ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe xeterî dibîne û got, “Çareseriya bingehîn ew e hemû gel di bin banê paradîgmaya neteweya demokratîk de bi azadî bijîn.”

Têkildarî hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Viyan Gabar nêrînên xwe anîn ziman.

Viyan Gabar bal kişand ku hêzên dagirker û desthilatdar timî di nav hewldanan de ne serweriya xwe li ser cîhanê û Rojhilata Navîn mayînde bikin û got, “Bi ve yekê êrîşên herî hovanê anîn ser gelên herî kevnar ên li Rojhilata Navîn. Bi taybet hemû hovîtiya xwe li ser xaka Kurdistanê dan meşandin. Her çiqasî li Kurdistanê serhildan û raperînên gelê Kurd pêk hatibin jî ji ber rêxistinbûneke xurt û serwextbûna bîrdozî û fikrî ya neteweyî nebû bi ser neketin. Bêguman di serneketina van serhildanan de rola xiyanetê jî kêm nîne.”

Gaziya şer Viyanê destnîşan kir ku bi derketina Rêbertî re gelê Kurd li cewher û nasnameya xwe xwedî derket wiha dewam kir, “Dewletên dagirker û faşîst ên bi zîhniyeta desthilatdariyê xwe didin jiyandin Rêbertî ji bo xwe weke tehlûkeyeke mezin dîtin. Wan dizanî gelê Kurd ê bi fikir û bîrdoziya Rêbertî serwext bibe, wê  li hebûn û çanda xwe xwedî derkeve. Heman demê wê serî li hemberî zîhniyeta desthilatdariyê netewîne, asta berxwedaniya xwe bilind bike û bi xwe re gelên din jî hişyar û azad bike. Bi vê armanca komployeke bêbext li hember Rêbertî meşandin. ”

Endama FGBRS’ê Viyan Gabar da xuyakirin ku Rêber Apo bi salan e, ji bo li herêmê çareseriyeke bingehîn çêbibe timî di nav hewldanan de ye û têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk wiha got, “Rêber Apo tevî bi salan e di nav tecrîdeke girankirî jî de ye, qet dest ji lêgerîn û avakirina aştiyê berneda. Rêber Apo hewl dide pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane, muzakere û diyalogê çareser bibin. Rêbertî li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk esas digirê. Di vê paradîgma û modelê de jiyana azad, xwişk û biratiya gelan heye.”

Viyan Gabar îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê rû didin kir û ev anî ziman, “Mirov dibîne ku hêzên desthilatder kêlî bi kêlî bi dek û dolaban dixwazin li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Sûriyeyê alozî û pirsgirêkan berfirehtir bikin da ku aştiyeke mayînde pêk neyê. Êrîş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herî dawî êrîşên nemerd ên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vê rastiyê îfade dikin. Bi salan e gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li ser bingehê neteweya demokratîk di pêşengiya jinan de xwe bi rêxistin dikin. Bi şervanên xwe yên fedaî li hember her cure êrîşan xwe diparêzin.”

Gaziya şer Viyan Gabar diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe xeterî dibîne û got, “Ji ber naxwazin statuyeke hevbeş a têde modela demokrasiyê heye were avakirin. Ev hêzên tundrew ên niha li Şamê jixwe dijminê demokrasiyê û azadiya jinan e. Lê divê her kes zanibe ku çareseriya bingehîn ew e hemû gel di bin banê paradîgmaya neteweya demokratîk de bi azadî bijîn. Azadî ne bi zîhniyeta desthilatdar û tekperest; bi hişmendiya neteweya demokratîk mimkun e. “

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button