Çand çi ye?

Danasîna peyvê; Cotkirin, Çandin û Hilanîn, Baş Kirina Tovan e. Çand di civakbûyîna mirovahiyê de, hilberînên ku hatine çêkirin yên bi giştî madî û manewî anîna wan ya li ser zimane. Mirovahî têkîliyên xwe xwezayê rê ji bo pêwîstiya hilberînkirina ye. Di heman demê de ji bo ku jiyana xwe bidin berdewamkirin, bi mirovan re ketine nava têkîliyan, di encamê van têkîliyan de civakbûyîn û di çêkirina hilberînan de çand derketiye holê.

Di danasîna peyva çandê de, danasînekî ya giştî tineye. Gelek wateyên danasîna çandê heye. Lêkolînvan ji bona wateya çandê 164 danasîn dîtine. Ev rewş nayê wê wateyê ku çand naye danasandin. Dema danasandina çand tê kirin, di hemû danasanan de naverokekî di nav wê de tiştekî ku nayê guhertin heye. Ew çî ye? Karîgeriya mirovan di çêkirina çand de ye. Çand raste rast têkîliyên xwe bi mirovahiyê re heye.

Mînak,  mirov dı kare danasîna kevir bı serê xwe têne bıke. Dîsa mirov dı kare danasîna axê bı sêre xwe bi tênê bıke. Lê dema çand tê gotin, neçarî ku danasîna wê bi mirov re bikî. Demê bi mirov je derxî le wateya wê neyê danîn, danasîna çand jî ti nikarî rast bikî. Ji bo hebûna çand pêwîste ti têkîliyên wî bi komcivînekî bi mirovan re, yan jî civaka mirovahiyê re deynî. Cihekî ku civak lê tinebe, ti nikarî qala çandê bikî.

Çand; Hizrê ku mirov hemû tişt li ser xwezayê zêde kiri ye. Firehbûna danasîna çand ji ber ku rastiyekî berfirehe.

Çand Ji Çi Çêbûye?

Mirovahî ji bo ku jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîstiyên wê/wî yên bingehîn,le ev çine? Pêwîstiyên wî yên bingehîn birçîbûne, parêstine û têgeha cînsiye. Ji bo van pêwîstiyên xwe pêkbîne dikeve nav liv û tevgerê. Li gorî ajoya jiyankirin, jiyana herî hêsane. Bi taybet ajoya birçîbûn û parastinê milê mirov yê herî lewaz vegotin dike. Ger ev pêwîstiyên mirov yên biyolojî pêkneyên mirov nikare jiyan bike.  Di bingeha çan de, ev pêwîstiyê jiyanî hene. Di wateyekî din de ev rewş destpêkirina avakirina çan d e. Li gorî ku hatiye lêkolînkirin mirov di cîhanê de herî zîndiyekî lewaz û bêhêze. Lê ji bo jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîste van pêwîstiyên xwe pêkbîne. Hêza ajoya mirov ji bo ku ev lewazî derbaz bibin dikevin nav tevgerê. Ajo dananîşanêre ra alîkar u rê nîşan daye. Ji bo vê jî em hêza ajoya biçûk nebînin. Ajoyên mirovan ji ajoyên din cûdabûnên xwe heye. Dema ev cewazî neyê ferqkirin wê çi bibe? Sermiyandariya ku meymunbûnê avakiriye wê derkeve holê. Di wateyekî din de mirov ku hêza ajoyan qezençkiriye wê karibe wê winda jî bike. Van ajoyan di bîyolojiya mirovan de wekî pêwîstiyekî hene, ji bo ku pêkbîne tekoşîna ku dide, tekoşîna mirovbûnê ye, Ji bo wi wek hebûnek di karê çalakiyê de bê guhertine.

Çand nasnameya mirov e.

Tiştê madî di xwezayê de hene ji bo ku pêwîstiyên xwe pêkbîne wan diguhere û tiştên nû avadike. Ev taybetmendî jî tenê di mirovan de heye. Mînak, di xwezayê de dar heye, lê ji daran mase, mal çêkirin, taybetmendiyên mirova ye. Derveyî mirovan ti zîndî guhertinan çê nakin. Ji bo vê jî karê ku mirov dike, ji wî karî re çand tê gotin. Kevir heye lê ji ber xwe malekî bi keviran nayê avakirin. Pez heye, lê ji ber xwe mast çênabe. Yên ku ji kevir mal, yên ku ji pez mast çê dike mirov e. Çand çalakiya wî tiştî çêkirinê ye. Ger hêza çêkirina mirov tinebe wê demê ti cûdabûnê wî ji lawiran namîne. Yên ku mirov dike mirov çalakiya çêkirinê ye. Em ji vê re dibêjin çand.

Di zimanê Rojane de çandbûyîn

Zanyarî, zîrekî, asta bilindbûna perwerdê, dewlemenbûna di hizirandinê de, yê bi rêzdar û yên gelek wek wan bi têgehan tê ziman. Mirov bi çand çalake. Di jiyana civakê de pêşketiye, ev jî di vê wate de pêşketinê dide diyarkirin. Çand dewlemandiya çêkirinên cûda de xwe dide diyarkirin; Erd Ajotin, Hemdemîbûn, Şaristanî, Rewşenbîrî, Mirovahî, Kesê Xwedî Çand û Mirov Rastî Tegehan tê Rasthatın. Van têgehan her yekî bi serê xwe wateyekî bide jî, lê bi giştî çandê vegotin nake. Çand pêwîste parçeyekî jiyanê (hûner, flîm, wêne, mîmar û wêje) bi tenê nayê astengkirin. Mirov jiyana xwe kombûna jiyan ku ji berê tê, agahî, tecrûbe û xwe çawa avakiriye, xwe hilberîn kiriye, ew rêk û pêka avakirina çande.

Çandên ku di nava xwe de gelek cewaziya hildigirin hene. Em dikarin li vêderê çand di sê tegehan de bihizirin. Çanda gerdûnî, çanda herêmî û çanda kesan. Lê belê ev bi tenê têgihîştinekî şêweyî ye. Lê ne hêsane ku mirov van qadan ji hev cûda cûda bi gire dest. Çanda di wateya kesî de, çanda di wateya giştî de, çanda hilberîn, çanda manewî, çanda bîrdozî, çanda refdar (davranış)… Vana tev jî bi serê xwe her yekî çandeke, lê nayê wateya çanda giştî.

Çand di wata teng de; Zîhniyeta civakekî, qalibên hizirandina wê, zimanê wê vegotin dike, di wateya xwe ya berfiher de jî tevlîbûna komcivînên heyberî (tevayî amêrê û navjîn ku pêdiviyan pêktînin, hilberîna tîmarbûn, veşartin, awayên veguhertinê, gihanî, parastin, perestin, kombûna tevahiya amêrên xweşikbûnê) jî vegotin dike.

a-Hêmanên (faktör) Çanda Hilberîn û Manewî

 Endamê çanda hilberîn di encama têkîlîyên mirov û xwezayê re, amêr û navjîn avakiriye. Keda mirov di demê civakbûyînê de amêr û navjîn avakiriye. Di her dema avakirana civakê de pêşketinên teknolojîk, amêr, dibistanên ku şarezariya vegotinê dike, pirtûk, erebe, cilên li xwe tên kirin û hwd. vana bi giştî çanda hilberînê ne.

b-Endamên Ku Manewî Ava Dikin

Di encamê têkîliyên mirovan bi hevdûre; Nivîskî, ne nivîskî, hemû nirxên ku destûra vegotinê dike, nirxê ku civakê bi rêk û pêk dike, destûr, kevneşopî, tore, exlaq û bawerî, ziman, hûner, ol hwd. Endamên ku çanda manewî çêdikine. Ev her dû endamê çand jî ji hev ne cûdane. Her tim bi hev re di nava têkîliyan de ne. Ev her dû endam çandê avadikin. Yên ku çanda madî bi wate dike çanda manewî ye. Çanda manewî, nirxên civakî, bawerî, kevneşopî, serdemên hizirandinê û hwd., agahî, destûr, tevger û van navnîşana digire nava xwe.

c-Çanda Bîrdozî

Tiştê ku siyaset û civak ava dike, yek hukumet, yek rêxistin, yên ku rê nîşanî refên mirovan dikin, yên polîtîkin, huquq, zanist, felsefe, olî, şanazî, estetîk vana bi giştî hizirandine. Çanda bîrdozî jî di rastiya giştî ya van hizirînan de tarzê jiyana hatî avakirin û wekî hizirîna wan dikarin werin danasîn.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button