Bîranînek ji Şoreşa Rojava

Ji pênûsa şervanên azadiyê

Dema em destpêkê hatin Rojava di serdema hemla Til Koçer bû. Jixwe di hatina me ya Rojava û ezmûna şerê bajaran de jî em xwedî ezmûn nebûn. Hinekî jî zehmetî  hebûn. Paşê me tecrûbe girt û em ketin şer. Bi demê re jî em fêrî şerê gund û şerê bajaran jî bûn. Heyecanek mezin ya şoreş û azadiya welat hebû. Wê heyecan û kêfxweşiyê hişt di demeke nêz de em gavên pir mezin jî biavêjin.

Di şerê Til Koçer de şehîd Argeş fermandarê tabûra me bû. Hevalekî pir bi coş û moral bû. Di heman demê de şerker, dilsoz û xwedî biryardariyek mezin bû. Bi hevalek wisa re li hember dijmin şerkirin di mirov de xwestekek mezin dida avakirin. Di şerê Til Koçer de heval Dilbirîn, heval Arjîn, heval Rênas û heval Şervan şehîd bûn. Dema ku di tabûra me de ev heval şehîd ketin, di me de hîn zêdetir kîn û nefret li hember dijmin çêbû. Li kêlek wê ji bo tolhildana wan hevalan lêhûrbûnên “Em ê çawa tola wan hevalan hildin û xwe bi  hêz bikin” bi me re çêdibûn.

Bi şehadeta hevalan em gelekî diêşiyan, lê hestên me yên tolhildan û serxistina şoreşê hîn zêde bi hêz dibûn. Me bi şehadeta her hevalekê/î re soz dida ku em ê şoreşê bi ser bixin û tola wan hildin. Bi wê îdîa û baweriyê em tevlî şer dibûn û bi vî ruhî me serkeftin bi dest dixist. Yek ji şerên ku me têde serkeftin bi dest xist jî şerê Aliya ya Serêkaniyê bû. Di wî şerî de di demek kin de me serkeftinên mezin bi dest xistin. Li wir heval Eser, heval Cûdî û heval Zagros li cem me şehîd bûn.

Em sê mehan di çeperan de man û em her roj bi pêş de diçûn. Herî dawî dijmin xwe li ber wê pêşketina me ranegirt û êrîş kir. Li wê derê girek hebû. Heval Ozlem û heval Viyan bi şeş hevalên xwe re şehîd bûn. Paşê me navê wî girî kir Girê Şehîd Ozlem. Dijmin her ku çû êrîşên xwe dijwartir kirin. Lê li hember wan êrîşan berxwedanek bêhempa hate raber kirin. Hemû hevalan heya fîşeka xwe ya dawî şer kirin û nehiştin dijmin pêşde were. Dijmin kir ne kir nikarî berxwedanê bişikîne. Di wî şerê giran de em sê hevalên jin birîndar bûn. Li cihê kêleka me jî sê hevalan bi qehremanî şer kiribûn û gihiştibûn şehadetê.

Hejmara dijmin nêzî 500 kesî hebû û em jî tenê 15 heval bûn. Dijmin dixwest cihê em lê bixe bin serweriya xwe. Lê li wir rastî berxwedanek pir mezin hat. Şer ji êvarê heya destê sibehê bênavber dewam kir. Armanca dijmin ev ku bi çekên xwe yên giran û hêza xwe ya zêde çavên me bitirsîne û berxwedanê bişikîne. Lê weke ku di gelek şeran de jî diyar bûye qedera şer ne çek û hejmara zêde; ruh, îrade û taktîk diyar dike. Di şerê Aliya de bi dehan kuştî û birîndarên dijmin çêbûn. Li hemberî tang û topan şervanên azadiyê bi keleşnîkovan şer kirin.

Di wî şerî de berxwedana Kobanê bû mînak. Bi sedan keç û xortên Kurd bûn sembola vê berxwedanê. Tevahî axa Rojava di wan çend salên dawiyê de bi xwînê hate avdan. Gelek êş û azar hatin kişandin. Lê berxwedana gelê Rojava ji tevahî gelên cîhanê û mirovahiyê re bû mînak û destpêkek nû. Vê berxwedanê îrade, girêdan û baweriya me xurttir kir. Me hîn zêdetir Rêber Apo fêm kir û hezkirina me ya ji welatek azad re bi hêztir bû.

Çi dibe bila bibe wê tevahî axa Kurdistanê azad bibe. Kesên ku li pêşiya vê bibin kelem jî wê têk biçin. Ev dijminê ku me li hember şer dikir hov û nemerd e. Têkoşîna ji bo jiyana bedew û azad hîna jî didome û heya em hebin wê dewam bike. Heya em tola gelê xwe û şehîdên xwe hildin em ê vê berxwedanê dewam bikin û li hemberî dijminê hov şer bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button