Bingehê derketina PKK’ê bertek û tolhildana dîrokî bû
Serhildan Hesekê

Derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê wer xweber û ji rêzê nebû. Derketina holê ya partiyeke weke PKK’ê bertekeke dîrokî, tolhildan, serhildan û vejîna Kurdê nûjen bû. Bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan PKK, li Bakurê Kurdistanê bû berxwedana li dijî qirkirina çand, ziman, nasname û hebûna Kurdî. Têkoşîna PKK’ê bû berteka li hember êrîşên li ser hebûna gelê Kurd ê resen.
Ji roja Rêber Apo dest bi têkoşînê kir heya îro jî êrîşên dijwar li ser Tevgera Azadiyê hene. Şoreşgerên Apoyî jî mecbûr mane di çarçova parastina rewa de li ber xwe bidin. Li gorî pîvanên şer tevgeriyan, bergiriya tevger û gelê xwe kirine. Gerîlayên azadiyê têkoşîna xwe bi rêbazên herî rast û wijdanî pêk anîne. Bêguman xweparastin mafekî gerdûnî yê ferd û civaka mirovahiyê ye.
PKK 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê girêdayî Liceya Amedê bi amadebûna 22 kesan hat damezirandin. Di pêşengiya Rêber Apo de berxwedan û têkoşîneke mohra xwe li zêdetirî nîv sedsalê ya her kêliya wê watedar xistiye.
Milîtanên PKK’ê bi têkoşîn û berxwedaneke herî heybet, bi fikir û ramanên Rêbertî yên timî rêya asoya şoreşgeran fireh kir, dewleta Tirk anîn asta ku were muzakereyê. Rêber Apo têkildarî pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re dest pê kir dibêje, “Min dît ku têkoşîna PKK’ê gihiştiye, asteke têrker e, ji bo veguhere serdema aştî û demokrasiyê. L i ser van bingehan ez banga çareseriya aştî û civaka demokratîk li dewleta Tirk û li PKK’ê jî dikim.” Rêber Apo yê bal dikişîne ser xwişk û biratiya gelan, destnîşan dike ku dem hatiye pirên di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de hatine xerabkirin werin sererastkirin û mayînên hatine çandin divê werin rakirin.
Rêber Apo bi çend hevalên xwe yên ji xwişk-biratiya gelan û hevrêtiya rast bawer kirin têkoşîna xwe ya rêya dirêj salên 1970’an dest pê kirin. Gelek hevalên wan ên giranbiha di vê rêya bi rûmet de gihiştin şehadetê. Hevalên weke Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Salih Kendal û hwd. mêrxas û şêrejinên çiyayî heya hênaseya xwe ya dawiyê têkoşîn kirin û berxwedaneke muezem pêş xist.
Têkoşîna PKK ê, bi xwe re gelek guhertin û veguhertinên mezin çêkirin. Gelekî ber bi tinebûnê ve diçû ji nû ve kir xwedî hebûn. Êdî hemû cîhan behsa lehengî û qehremantiya egîd, leheng û şêrejinên Kurd dikin. Ev hemû bi berxwedan û têkoşîna bi xwîna bi hezaran şehîd û birîndaran bi gewde bû û pêş ket.
Heya 15’ê Tebaxa 1984’an PKK’ê ti şerekî çekdarî li hemberî dewleta Tirk yekser nekiribû. Eger li hinek deveran çalakî çêbûbin jî li hemberî kontra, çete û xayînan bûn. Dewleta Tirk ji bilî têkoşîna çekdarî ti rêyeke din ji gelê Kurd re nehiştibû. Jixwe êşkence û zilma piştî darbeya 12’ê Îlonê ya eskerî ya faşîst û şehadeta pêşengên me Mazlûm, Ferhad, Kemal û Xeyriyan êdî şerê çekdarî dibû mijareke nebe nabe. Pêngava 15’ê Tebaxê li hember wê zilm û zordariyê bû bersiveke herî esîl. Ew şer li dijî, neheqî, înkar û qirkirina dijwar hat destpêkirin.
Li ser vî esasî di vê meha Îlonê de di serî Mazlûm Dogan, Ferhad Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Önder, şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçek bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev berxwedan û çalakiyên bi lehengî, ji bo girtiyên azadiyê bûn mîras û çandeke herî esasî. Ez wan berxwedêrên zindanê û şehîdên qehreman bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim, soza xwe ji wan re nû dikim. Li ser wê berxwedanê û wefadariya bi Rêber Apo re divê em jî her yek bibin weke keleheke berxwedanê ya li hemberî şer û tundiya neyaran.
Rêber Apo dest bi pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk kiriye. Pêvajo berdewam dike û ez jî gelekî bi hêvî me wê li çar parçeyên Kurdistanê çareserî çêbibe, gelê Kurd û gelên herêmê li ser esasê xwişk û biratiyeke li ser paradîgmaya Rêbertî pêkve bijîn.
Keda Rêber Apo û şehîdên qehreman wê vala neçe. Baweriya Rêber Apo ya bi serketin û aştiyê min jî dixe nav kelecaneke terîfa wê zehmet e. Rêber Apo yê di her têkoşîna xwe de serketî ye, teqez di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî wê serketî be. Ji bo pêvajoya hê xurtir bibe divê gelê Kurd û dostên wan jî li her cihî ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn bikin.