Bi têkoşîna Rêber Apo me xwe nas kir

Gaziya şer Arjîn Kobanê ya sersala gelên herêmê pîroz kir diyar kir ku weke gel û jin bi têkoşîna Rêber Apo pêş xistiye rastiya xwe nas kirine û got, “Ji bo jiyaneke azad û wekhev divê ji her demê zêdetir em xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.”
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Arjîn Kobanê têkildarî sala nû û pêvajoyê nêrînên xwe anîn ziman.
Arjîn Kobanê destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên li gelek deverên cîhanê sala 2025’an ji bo gelan û bi taybet ji bo jinan saleke zehmet bû û got, “Ligel vê zehmetiyê berxwedana gelan û jinan nesekinî. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê û jinan ji bo parastina destketiyên xwe ji Tişrînê heya Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêrezorê bi şervanên xwe re li ber xwe dan. Li ser vî esasî ez sala 2026’an li hemû gelan û jinan pîroz bikim. Hêvîdar im sala 2026’an bibe saleke aramî, wekhevî û azadiyê.”
Gaziya şer Arjîn bal kişand ser pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û ev anî ziman, “Rêbertiya me ji bo êdî şer û pevçûn bi dawî bibin, pirsgirêk bi rêyên diyalogê û muzakerayan çareser bibin 27’ê Sibata 2025’an Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê banga dîrokî tesîreke mezin li herêmê kir. Tevgera Azadiyê jî bersivên erênî dan. Êdî merhele ketiye qonaxa pêşxistina gavên hiqûqî û siyasî. Lê li gor tê dîtin dewleta Tirk pir giran tevdigerin.”
Arjîn Kobanê destnîşan kir ku bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de êdî hebûna gelê Kurd bi awayekî kesek nikare înkar bike berbiçav bûye û wiha domand, “Rêber Apo gelê ku êdî li ber kendalê bû, kir xwedî hebûn. Ev tiştekî wer hêsan nîne. Ji bo vê helbet gelek berdêl hatin dayîn. Bi hezaran hevrêyên me şehîd û birîndar bûn. Kes û hêzên bindestî, înkar, komkujî û asîmîlasyon weke qederekê li ser gelê me ferz dikirin îro hebûna me qebûl dikin. Hê jî gelek tiştên divê em pêk bînin hene. Lewma ji bo jiyaneke azad û wekhev divê ji her demê zêdetir em xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin”
Endama FGBRS’ê û gaziya şer Arjîn Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em weke jin û civak ji her wextî zêdetir hişyar bûne. Me rastiya xwe nas kir. Rêber Apo bi dehan salan e ji bo gelan têkoşîn dike û bang li me jî dike ku em ji bo çareseriyê têkoşîn bikin. Em ê weke gaziyên şer di vê sala nû de bi coş û heyecana em ji têkoşîna Rêber Apo digirin, bi hemû kar û xebatên pêwîst rabin. Em ê teqez azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin û pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk bigihînin serketinê. Careke din sersala hemû gelan û jinan ji dil û pîroz dikim. Wê serketin a gel û jinên berxwedêr be. ”




