Bi fikrên Rêber Apo re wê pirsgirêkên herêmê çareser bibin

 

Gaziyên şer ên komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin diyar kirin hêzên hegemon ên fikrên Rêbertiyê li gor berjewendiyên xwe nedîtin komplo pêş xistin û gotin, “Bi fikrên Rêber Apo re wê hemû pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn çareser bibin.”

Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkildarî komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêber Apo ji ajansa me re axivîn.

Yek ji gaziyên şer Elî Tirkî destnîşan kir ku komploya navneteweyî bi awayekî sîstematîk li hember Rêber Apo yê avakerê neteweya demokratîk e hat pêşxistin û got, “Hemû hêzên navneteweyî yên cîhanê kom bûn da ku bi awayekî Rêber Apo bigirin û teslîmî dewleta Tirk bikin.”

Elî Tirkî bal kişand ku hêzên hegemon ên fikir û paradîgmaya Rêber Apo ya hemû gelan digire nav xwe li gor berjewendiyên xwe nedidîtin, bûn yek û li hember Rêbertiyê komploya navneteweyî meşandin.

Elî Tirkî diyar kir ku ew hêzên hegemon Rêber Apo li Îmraliyê di odeyeke yekkesî de û di bin tecrîdê de digirin û wiha dewam kir, “Fikrên Rêbertî li ser esasê biratiya gelan e û bi paradîgmaya Rêber Apo gel dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Fikrên Rêbertî ji bo gelên kedkar û bindest in. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî fikrên Rêber Apo esas in.”

Gaziyê Şer Elî Tirkî di dawiya axaftina xwe de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anî ziman û wiha axivî: “Em weke hevalên gazî soz didin ku em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin.”

‘Çareseriya pirsgirêkan di destê Rêbertiyê de ye’

Yek ji gaziyên din Raman Hisên jî têkildarî komploya 9’ê Cotmehê got, “Ji gava destpêkirina komploya 9’ê Cotmehê heya niha li Rojhilata Navîn pirsgirêk hene. Rewşa mirovî û aştiyê ya herêmê hê pêk nehatiye. Ji ber ku komployeke wer a li hember kesayeteke mîna Rêber Apo komployeke herî li derveyî mirovî bû.”

Raman Hisên anî ziman ku Rêber Apo yek ji kesayetên ku li cîhanê aştî û selametiyê belav dike ye û wer dewam kir, “Mirov nikare kesayetên wekî Rêbertî di her dem û wextî de bibîne. Rêber Apo dixwest li welat û Rojhilata Navîn rêya rast, rêya azadiyê, rêya heqîqetê nîşanî mirovan bike. Helbet hêzên hegemon ev nedixwestin. Ew hêz û dewlet dixwazin mirov koleyên wan bin. Wan hêzan bi rêya îstixbarat û Gladioyê Rêber Apo bi komployekê dan girtin. Komployeke dijmirovî li hemberî kesayeteke şoreşger, kesayeteke daxwaza mafê mirovatiyê dike pêş xistin.”

Raman Hisên destnîşan kir ku hê jî bandora komployê li ser Rojhilata Navîn heye û wiha dewam kir, “Pêwîst e hemû saziyên navneteweyî yên behsa mafê mirovan dikin û welatên dibêjin em demokrat in, binihêrin bê dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke çawa li hember Rêbertiya me dimeşîne. Bêguman ew hêzên hegemon ên dibêjin ku ew cîhanê bi rê ve dibin, naxwazin Rêber Apo ji zindana Îmraliyê derkeve. Ji ber dizanin çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye.  Bi fikrên Rêber Apo re wê hemû pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn çareser bibin. Ev dewletên hegemonîk naxwazin çareserî çêbibe. Em di dawiyê de jî dibêjin Rêber Apo, Rêberê rastiyê û mirovatiyê ye.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button