Bi avakirina aştî û demokrasiyê em ê tolê ji komplogeran rakin

Serhildan Hesekê

Dewleta Tirk bi rêya Serokê Misrê yê berê Husnî Mubarek zext li ser Sûriyeyê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji welatê xwe derxîne û Îsraîlê jî li ser Derya Spî di keştiyan de fuze bi cih kiribûn û gef li Esed ê bav dixwarin. Derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê di bin zextên wiha giran de hatiye çêkirin. Rêbertî mecbûr kirin ku li çareyeke din bigere û ji Sûriyeyê derkeve. Çûna Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê xeteriyeke mezin li ser kesayeta wî û gelê Kurd bi temamî da çêkirin, lê çareyeke din jî tine bû.

Rêber Abdullah Ocalan, Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Jixwe bi salan bû dewleta Tirk her li pey wî digeriya û hewl dida wî tine bike. Ji wan re firsend ew firsend bû ku wî ji Sûriyeyê derxînin û ji holê rakin. Dewleta Tirk bi rêya hêzên NATO hewl da xwe ji Rêber Apo xelas bike. Rêber Apo sala 1979’an bi rêya qaçaxçiyan derbasî Sûriyeyê bû. Piştî dewleta Tirk haj vêya bû, her Sûriye tehdît dikir û hewl dida bi Esed bide qebûlkirin ku Rêbertî  ji welatê xwe derxîne. Hikûmeta Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê razî bike, destûr neda Rêbertî li paytexta Şamê Dîmeşq bimîne. Rêber Apo tevî heval û hogirên xwe derbasî Bekaa ya Lûbnanê bûn û xwe li wir bi cih kirin.

Piştre Akademiya Mahsûm Korkmaz hat vekirin. Gerîla li Bekaayê hatin perwerdekirin û derbasî çiyayên Kurdistanê bûn. Gerîlayan kom bi kom perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk dîtin. Heval û hogirên xwe zêde kirin û HRK ava kirin. 15’ê Tebaxa 1984’an jî şerê gerîla dan destpêkirin.

Piştî zextên dewleta Tirk û hevalbendên wê Kampa Mahsûm Korkmaz hat girtin, Rêbertî careke din derbasî Sûriyeyê Şamê bû. Li vir bi awayekî nîv veşartî nîv vekirî kar û xebatên perwerdekirina kadroyan berdewam kir. Dewleta Tirk gelek zext û zorî li ser hikûmeta Sûriyeyê dikir ku kar û xebatên PKK’ê qedexe bike û Rêbertî ji nav axa xwe derxe. Roj bi roj ew zext zêdetir bûn û 1998’an Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn yekser ket dewreyê.

Nakokiya Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê li ser sê xalên bingehîn bû. Xala yekemîn Liwa Îskenderûn, ya duyem avê Firatê û ya sêyemîn jî meseleya Kurd bû. Bi demê re jî dijmintiya wan hîn mezintir bû. Tirkiye her li hincetekê digeriya ku Sûriyeyê tehdît bike. Herî dawiyê jî Yekîtiya Ereban ku Misrê pêşengtiya wê dikir li hemberî Sûriyeyê sor kir. Hafiz Esed mecbûr kiriN, ku ji Rêber Apo re bibêje ku Mêvantiya we bes e û xeterî li ser me heye. Rêber Apo ji bo li herêmê şerên nû rû nedin,  9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket.

Li hember Rêber Apo di asta kûrewî de plan û komployeke bêbext hatibû pêşxistin. 15’ê Sibata 1999’an jî li Kenyaya welatê hovan Rêbertî bi nemerdî radestî sîxûrên dewleta Tirk kirin û derbasî Girava Îmraliyê kirin. Rêber Apo têkildarî vê mijarê dibêje ku ew difikirî derbasî çiyayan biba, lê ji bo rewşên cuda derneketibana neçû. Her wiha destnîşan dike ku bi awayê xwe li soza “dostan” girt, ji Şamê derbasî Yewnanistanê bû; lê wan kesan xiyanet kirin.

Rêber Apo Girava Îmraliyê wergerand akademiyekê. Komploya navneteweyî bi her awayî tehlîl kir û pûç kir. Niha jî dest bi pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk kiriye. Divê em jî weke gel ji çareseriyê re amade bin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîneke pir xurt bikin. Ez Komploya 9’ê Cotmehê şermezar û rûreş dikim. Bi avakirina aştî û demokrasiyê em ê tolê ji komplogeran rakin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button