Berxwedana taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji bo me ronahî ye

Feraşîn Çirav

Di nava 5 rojan de berxwedaneke efsanewî li her du taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêş ket. Şervanên serdemê yên dilêr li hemberî êrîşên hovane yên wan çeteyên kirêt li ber xwe dan, gelê xwe parastin û bi egîdî gihiştin kerwanên nemirên Kurdistanê.

Wan ciwanên Apoyî ji bo gelê xwe û ewlekariya wan, canê xwe feda kirin û bûn fedayên gelê xwe. Bi bîr û baweriya egîdên Apoyî gotin, “Ji bo parastina gelê xwe em ji mirinê re jî amade ne.”

Hêzên ewlekariyê yên her du taxan şêrejin û çelengên qehreman pênc rojan li hember hovîtî û tarîtiyê li ber xwe dan. Li dijî çeteyên tundrew û hov ên weke gurên çavsor û devbixwîn serê gel û hevalên xwe bilind kirin. Em jî weke heval û hogirên wan bi wan serbilind in.

Ji bo  em layiqî wan bin her em ê têkoşîna xwe xurt bikin, hedef û armanca wan a azadiyê pêk bînin. Em ê li ser şopa wan çalak bibin. Şehîd ji bo me pêşeng û serkêş in. Em ê her li ser şopa wan têkoşîn bikin. li ser rêya şehîd rohnî dikin, em ê ber bi serkeftinê ve bimeşin. Berxwedana dîrokî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji bo me ronahî ye.

Divê were zanîn ku gelê Kurd û egîdên wan ti carî wê di mijara azadiya xwe de paşde gavan neavêjin. Em ê tolaa şehîdên xwe rakin. Em ê xwedî felsefe û bîrdoziyeke welê mezin in ku  têra hemû mirovatiyê.

Pêwîst e gelê me ti carî vê hovîtiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember gelê me pêk hat ji bîr neke. Ji bo azadiya xwe divê li her cihî em li ser piyan bin û hesab ji xwînxaran bixwazin. Hewce ye ti carî em van çeteyan û hêzên li pipşt wan ên ev êş bi me dan kişandin efû nekin û tola şehîdên xwe rakin.

Li ser vî bingehî ez hemû şehîdên me yên leheng bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî mezinahî û pîroziya wan ditewînim. Soza xwe ya têkoşînê ji wan re nû dikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button