Berxwedana di pêşengiya Rêbertî de teqez wê bigihîje serketinê
Asya Weşûkanî

Mirovên nezan her ji xerabiyan re vekirî ne û dibin zemîneke rehet a pergala serwer xwe li ser dide jiyîn. Divê were zanîn ku mirov dema têkoşîn bike wê azad bibe û karibe nirxên mirovahiyê jî biparêze.
Heya mirov nebe xwedî hebûn wê ji pergal û şerê wê yê taybet re bibe bingehê herî amade yê pergal xwe li ser bide domandin. Weke em tev jî dizanin mirov bi piranî di nava dibistan, zanîngeh û saziyên perwerdeyê yên pergalê de dixwînin, ji şerbeta heman hişmendiyê vedixwin.
Pergala serwer wijdanê mirovên kirine weke robotan lawaz dike. Hewl dide mirov ne xwezayê û ne jî zindiyan hîs bikin. Ew pergal dixwaze mirov bibin weke dînazoran. Li hemberî wan hemû kiryaran divê her mirovên şoreşger û bi taybet jin xwe berpirsiyar bibînin, erka xweparastinê bigirin ser milên xwe.
Ji ber vê sedemê pêwîst e mirov xwe di lêpirsînê re derbas bike û bi hişmendiya civaka demokratîk xwe bi rêk û pêk bike. Her wiha hewce ye mirov li ser vî esasî têkoşîneke pir xurt û domdar bimeşîne. Ev ji bo em karibin civak û xwezaya xwe biparêzin pir girîng e.
Hewce ye civak parastina xwe ya cewherî beriya her tiştî esas bigire. Ji ber êrîşên bingehîn li ser civakê hene. Ew êrîş bi taybet jî li ser jinan tên pêşxistin. Ji ber pergal dizane ku jin pêşengên civakê ne. Pergal hewl dide wê jina xwedawend bû û pêşengtiya civakê dikir bike amûra xerabkirina civakê.
Divê were zanîn ku Rêber Apo 52 salên xwe ji bo azadiya jin û civakê da. Di roja me ya îro de gelek zanyar, fîlozof, akademîsyen û ramanwer diyar dikin ku ji fikrên Rêber Apo pir bandor bûne û ew fikir ji bo rizgariya mirovahiyê çareseriyên bingehîn in.
Li ser van esasan divê ji her demê zêdetir em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em têkoşînê di asta herî bilind de pêş bixin. Divê em qet ji bîr nekin ku wê berxwedana di pêşengiya Rêber Apo teqez bigihîje serketinê.