Berxwedan û qehremaniya şehîd Masîro Xabûr wê her zindî be
Leyla Amûdê

Di dîroka her neteweyekê de destanên berxwedanê hatine jiyîn. Di nav wê berxwedana komî û netewryî de jî kesayetên pêşeng, teyisîner û efsanewî hene. wan bi wêrekî, fedayî û lehengî şer kirine û gihiştine serkeftinê. Di dîroka neteweya Kurd de jî gelek qehreman û fedaiyên wiha şêrejin û mêrxasên çiyayî derketin. Bi çalakiyên xwe destanên lehengiyê xêz kirin. Wan Egîd û Zîlanan ji dil û can têkoşîn kirin da ku gelê xwe biparêzin. Ji gelê xwe re rûpelekî nû di dîroka mirovahiyê de vekirin. Gelê xwe di serdemên dîrokî de parastin û gihandin serkeftinê. Wan lehengan dîroka gelê Kurd a hemdem rohnî kirin, bedena xwe ji bo parastina gelê xwe kirin mertal û tevlî karwanê şehîdên bi rûmet bûn.
Weke di gelek serdemên dîrokî de ciwanên Kurd ên jin û mêr çek hilgirtine. Ji bo rûmeta xwe cihê xwe di sengerên şer ên herî pêş de girtine, berxwedan derxistine asta herî bilind. Teqez divê were zanîn ku ew hewldan û çalakî bertekên parastina neteweyî ne û cihê serbilindî û rûmetê ne. Nimûneya herî nêz û berbiçav jî berxwedana dîrokî ya sala 2014’an a li Kobanê ye. Ciwanên weke Arîn Mîrkan û Rêvan Kobanê şer kirin û heya hênasa xwe ya dawiyê şer kirin û bûn fedaiyên rûmetê. Em jî li ser şopa wan qehreman û çelengan gav bi gav ber bi serkeftinê ve dimeşin. Wê her dem berxwedan jiyan be. Ez di rojeke weke îro de berxwedan û qehremaniya şêre jin û mêrxasên şerê serkeftinê yê bajarê Kobanê bi bîr tînim, bejna xwe li hember şehîdên leheng bi hurmet û minetdarî ditewînim. Soza xwe ji wan re nû dikim.
Em ê bi ruhê qehremaniya şehîd Masîro Xabûr, Zehra Penaber, Arîn Mîrkan û Rêvanan li ber xwe bidin û şer bikin. Em ê herêmên xwe biparêzin û li rûmeta xwe xwedî derkevin. Divê were zanîn ku roj roja xwedî derketina li keremeta xwe ye. Waye gelê Kurd li her devera Kurdistanê rabûye ser piyan û li rûmeta xwe xwedî derdikeve. Gelê Kurd sala 2014’an li bajarê Kobanê berxwdaneke dîrokî pêş xist. Li her deverê gelê me li wê berxwedanê xwedî derket û seferberî hate îlankirin. Îro jî careke din jin, mêr û zarok ji Bakur û Başûrê Kurdistanê berê xwe dane warê rûmetê Rojava.
Ev helwesta gelê me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ez helwesta wan ji dil û can silav dikim. Rêber Apo di peyama xwe ya herî dawiyê de ragihand ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê bi dilxweşî xweedî li banga Rêber Apo derdikevin û perspektîfa wî pêk tînin. Mirov dikare bêje ku gelê Kurd Rêber Apo fêm kiriye, li perspektîf û rêdanezana di Manîfesto de hatiye îfadekirin xwedî derdikeve û jiyanî dike. Gelê Kurd xwe nas kiriye û hew bêrûmetiyê qebûl dike. Xwe di serkeftinê de kilît kiriye. Roj roja yekÎtî û hevgirtinê ye. Em ji gelê xwe bawer dikin ku wê li kêleka şervanên xwe cih bigire.
Fermandarên me yên dilêr û navdar Murad Karayilan, Mazlum Ebdî û Foza Yusif helwesta xwe ya xwedî biryar bi dengê bilind ragihandin ku wê rûmeta gelê xwe li Rojava biparêzin. Em jî weke hevrêyên wan dibêjin, bijî her bijî ji helwest û biryara we re. Fermandar, şervan û gelê Rojava jî amade ye ji berxwedanê re. Serkeftin wê ya şoreşê be. Em ê berxwedan û têkoşîna fermandar Masîro Xabûr zindî bikin û li ser ezmûna wan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em soza serkeftinê ji wan pakrewanan re didin û em ê sozên xwe pêk bînin.




