Bajarê Kobanê bi rojan e di nav dorpêçeke pir giran de ye

Gaziya şer Destîna Bêrîtan...

Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê veguherînên dîrokî dijîn. Di van demên dawiyê de gelek guhertin û veguhertin li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê çêdibin. Piştî şer û pevçûnên di nav heyvekê de û bi destwerdana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şer hate bidawîkirin. Em hemû jî dişopînin û dibînin ku her du alî jî ketine nav hewldana pêkanîna şert û şurûtên peymana 29’ê Çileyê pêk bînin. Ji bo pêşeroja tevahî Sûriyeyê baş bibe, jiyaneke bi ewlehî û azad pêkan bikin, pergaleke demokratîk û wekhev were avakirin ev gav girîng in. Wê bandora xwe li ser tevahî herêmê jî bike.

Ji kevin de Sûriye weke welatekî xwedî cihekî girîng derketiye pêş. Weke erdnîgarî jî cihekî stratejîk e. Jixwe ji welatên Ereban re -ku çend welat bûn- re gotine, Bîladî El- Şam. Di serdema Îslamê de jî xwedî cihekî girîng bû. Şam her cihê mîrê bawermendan bûye û mîrê bawermendan Selahedîn Eyûbî jî meqamê xwe li Şamê ye. Ji wir her mîrên xwe bi rê ve dibirin û êrîş jî her li ser Şamê dihate kirin. Ji bo wê Rêber Apo dibêje ku eger entegrasyona Kurd û Ereban were çêkirin wê ji 22 dewletên Ereban re jî bibe weke rêdanezanekê û wê bandora xwe li ser tevahî gelên herêmê jî bike û pergala herî rast û encamgir jî ev pergal e.

Mijara mirov pê tengav dibe û wijdanê mirov diêşe, rewşa gelê Kobanê ye. Bajêr û xelkê wê di bin dorpêçeke giran de ye. Ev bûye 31 roj ku xelkê bajarê Kobanê rewşeke pir giran dijîn. Ev rewşa xembar jî me tengav dike û hestê me dide zorê.

Weke gaziyeke şer ji bo min pir giran tê û ez dibêjim ku pêwîst e demildest dorpêça li ser bajar were rakirin. Biryarên hatine girtin jî divê werin pêkanîn. Hewce ye dîlên şer jî werin berdan da ku baweriya di navbera aliyan de hîn xurtir bibe. Derengxistina rakirina dorpêça li ser Kobanê û bi mirovan re gumanan çêdike.

Pêwîst e rewşa xelkê bajarê Kobanê li ber çavan were girtin. He ma niha û nedereng divê dawî li dorpêça li ser bajarê Kobanê bînin. Tekez divê aramî û ewlehî li tevahî bajarên Sûriyeyê derbasî meriyetê bibe. Li gelek bajarên Sûriyeyê tevlîhevî, kuştina mirovan û dizî çêdibin. Herî zêde jî komên leşgerî yên girêdayî hikûmetê van kiryaran dikin.

Pêwîst e ew kiryar werin bidawîkirin û hikûmet li ser wan çeteyan jî hakim be. Em jî li vî welatî dijîn. Em vê rewşê baş û xêr nabînin. Pêwîst e dawî lê were. Jixwe rewşa herêma Dêrezorê jî li ber çavan e û mirov tengav dike. Nabe welatê me wiha di nav tevliheviyê de be. Divê li ser van hemû pirsgirêkan were sekinandin. Jixwe erka hikûmetê jî ew e welat di aramî û aştiyê de be.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button