Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye

Gaziya şer Arjîn Kobanê…

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ez cejna hemû jinên têkoşer, kedkar û çalakvan pîroz dikim. Bang li hemû jinan dikim ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê were zanîn ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye. Ez di serî de hemû jinên dilêr û giranbiha bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. 129 jinên têkoşer ên ji bo tevahî jinên cîhanê bûn mîrateya dîrokî ya têkoşînê, bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî ked, têkoşîn û çalakiya wan ditewînim.

Tevgera Jinên Kurd li ser berhema têkoşîna wan jinên dilêr, dest bi xwerêxistin kir û gihişt asta herî jor a pêşengtiya civakê. Divê tekez em weke jin û civak 24 saetan bênavber ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Ji ber em azadiya Rêber Apo azadiya xwe û ya civakê dibînin.

Îro jî em dibînin ku tevgerên jinan gihiştine asta herî jor a kar, xebat û pêşengtiya civakê. Bêguman xebat û têkoşîna jinan a heyî ne têrker e, lê berhema heyî bûye weke dasiyekî dijwar di qirika pergalê de û nefes li wan çikandiye. Ez dizanim ku têkoşîna azadiya jinê her çendî gihiştiye asteke pir bilind jî hîn li pêşiya me rêyeke pir dirêj heye. Divê em xwe ji her hêlê ve jêre amade bikin. Jixwe Rêber Apo jî bal kişandiye ser vê yekê û gotiye, “Tevgera jinên azadîxwaz hîn jî di nîvê rê de ye û belkî jî dawiya vê rêyê nebe jî…” Rêber Apo bi rêbazên xwe yên perwerde û rexnekirinê her dihişt em bikevin nav lêhûrbûnê. Dixwest em bibin hêza çareseriyê.

Ji bo em weke jin zanebûn û fêmkirina pirsgirêkên xwe bi xwe bibînin, bi rengekî ji rengê azadiyê û ji dil û can wan çareser bikin, Rêbertî rê da ber me. Eger mirov xwe nas bike û di têkoşîna xwe de xurt be, dikare pir aktîf bixebite û çalak bibe. Tekez ji jinan pêşengî tê xwestin, divê ji xwe bawer bin û çalak bibin. Jin xwedî hêzeke pir mezin in û pêwîst e, bi xwe û hêza xwe bawer bin, ji civakê re jî pêşengtiyê bikin. Tekez divê bênavber ji bo azadiya xwe têbikoşin. Eger têkoşîna me ya azadiyê raweste wê koletiyek hîn xerabtir pêk were. Naxwe divê em weke jin bi giştî û bi taybet jî weke tevgera jinên azadîxwaz qet xwe ji bîr nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Jixwe mijara azadiya jin û civakê pir zelal e. Pêwîst e  em qet nebêjin azadî heya vê astê ye. Divê em têkoşîna xwe her berdewam bikin. Divê em zanibin ku heya bindestî hebe, wê serdest û koledarî jî hebe. Yên  bindestiyê bi dawî bikin jî wê têkoşer bin. Niha li vir tişta ji bo jinan girîng ew e xwe, ji rewşa kolebûn û bindestiyê derxin. Ew jî tekez bi têkoşîneke bê rawestan û bê sînor wê were pêkanîn. Bi rastî têkoşîna jinên cîhanê gihiştiye asta bilind. Bi taybetî jî bi dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ re gihiştiye serdemeke pir pêşketî. Di hêla fikir û raman de yekbûnek pir xurt a jinan derketiye hole û roj bi roj asta wê bilind dibe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button