Aştiyeke mayînde bi azadiya Rêbertiya me gengaz e

Barîn Sorxwîn

Min berî niha bi demekê  di xewnê de Rêber Apo dît. Ez bi wê xewna xwe gelekî kêfxweş û dilgerm bûm. Ez difikirîm û min digot ku Rêbertî dixwaze çi ji min re bibêje?

Bi rastî dema ez Rêber Apo di xewna xwe de dibînim gelekî hêz digirim û wateya wê ji bo min pir cuda ye.

Min di xewna xwe de dît ku ez û hevaleke jin li avahiyeke mezin li cem hev in. Gelek hevalên din jî li wir hebûn. Wer xuya dikir ku heval di perwerdeyê de ne. Rêber Apo jî li wir bû.  Em jî hema miqabilî wan bûn.

Li her du milên avahiyê av hebû. Avahî weke giravekê xuya dikir. Ava wê jî pir zelal û şîn bû. Li pêşiya wê jî avahiyeke bi pêlekanan hebû. Mirov di ser wan pêlekanan re diçû cem Rêbertî.

Wê hevala jin a li kêleka min got: “Ez ê biçim cem Rêber Apo û hevdîtinê bikim.” Min jî digot, “Ez ê jî werim û Rêber Apo bibînim.” Wê hevalê vê carê jî got, “Rêber Apo, bi xwe nikare were dîtina te.” Min jî digot “Xem nake.”  Piştî wê jî min fêm dikir ew hevala li cem min yek ji hevalên ewlehiyê yên Rêbertî ne.

Piştî wê min hewl da ez xwe bigihînim cem Rêber Apo û pêre bipeyivim. Ji nişka ve Rêbertî li ber derî xuya kir. Qemîsekî spî li Rêbertî bû. Wisa zindî û ciwan xuya dikir ku matmayî mam. Ez ber bi Rêbertî ve beziyam û min xwest ku ez wî hembêz bikim.

Dema ez gihiştim cem Rêbertî min got, “Rêberê min ma hûn min nas dikin?” Rêbertî got, “Na.” Min xwe da naskirin. Rêbertî rewşa min pirsî.

Rêber Apo piştre jî got, “Divê hevalên we hew biçin Ewropayê. Min jî got, “Temam Rêberê min.” Rêber Apo piştî wê sohbetê di pêlekanan re daket û çû cem hevalên din.

Dema ez ji xewê şiyar bûm min xwe bi xwe re got, “Ez ê vê xewna xwe bidim nivîsandin.” Ez timî dibêjim xwezî ew ne xewn lê rastî bûya. Bêguman Rêbertî dibêje parêznameyên min li ku derê bin ez jî li wir im. Li ser vî esasî jî hewce ye em bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe pêş bixin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin.

Her wiha ji bo vê divê em pêvajoya Rêbertiya me daye destpêkirin bigihînin serketinê. Bi Rêberê xwe em weke netewe dikarin serê xwe di nava mirovahiyê de rakin û bibêjin em hene. Aştiyeke mayînde jî bi azadiya Rêbertiya me gengaz e.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button