Ala berxwedana jinan wê timî bilind be

Gaziya şer Şîlan Kobanê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir got, “Şerê li hember gelan û jinên azadîxwaz bi rê û rêbazên cuda tên meşandin. Helbet wê berxwedana li hember vê paşverûtiyê her tim hebe. Ala berxwedana jinan wê timî bilind be.

Endama Federasyona Gaziyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Şîlan Kobanê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziya şer Şîlanê diyar kir 8’ê Adara îsal di rewşeke cuda de pêşwazî dikin û got, “Bi êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û piştre yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwestin ku şoreşa di pêşengiya jinan de hatiye avakirin bê tinekirin. Lê di şexsê jinên têkoşer û şoreşger de li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û giştî Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke bêhempa hat meşandin.”

Şîlan Kobanê  destnîşan kir ku kesên 129 jin li New Yorkê şewitandin û yên cenazeyên şoreşgerên jin ji avahiyan avêtin xwarê û keziyan wan jêkirin xwedî heman zîhniyeta paşverû ne û wiha domand, “Zîhniyeta 8’ê Adara 1857’an 129 jinên kedkar qetilkirin hê jî bi hemû dijwariya xwe didome. Şerê li hember gelan û jinên azadîxwaz bi rê û rêbazên cuda tên meşandin. Helbet wê berxwedana li hember vê paşverûtiyê her tim hebe. Ala berxwedana jinan wê timî bilind be.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bi vê wesîleyê ez tevahî jinên şoreşger di şexsê şehîd Denîz, Feraşîn, Şîlan Kobanê de bi rêzdarî bi bîr tînim. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Weke jinên Apoyî em ê ti carî li hember zilm û zextan serî netewînin. Em bi mîras û  rêûresmeke berxwedêr a bi sedê salan têkoşîn dikin. Rêbertiya me ji bo vê heya dawiyê rêya diçe azadî û wekheviyê ji me re vekiriye. Em ê hêvî û xeyalên hemû şehîdên xwe tekez pêk bînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button