Akademiya Tenduristiyê bi Dewreya Şehîd Tekîn Goyî hat vekirin

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn Akademiya Tenduristiyê vekir. Dewreya destpêkê ya akademiyê bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Tenduristiyê ya Şehîd Tekîn Goyî hat vekirin.

4’ê Mijdarê bi merasîmekê li bajarê Tebqayê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekemîn Akademiya Tenduristiyê li ser asta Herêmê vekir. Dewreya destpêkê ya akademiyê bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Tenduristiyê ya Şehîd Tekîn Goyî hat vekirin.

Di vekirina akademiyê ya gelek kes beşdar bûn de, behsa girîngiya tendurisvanan a ji bo civakê hat kirin.

Şoreşgerê bi salan Tekîn Goyî (İsmet Ünver) ê dewreya pêşî ya akademiyê li ser navê wî hat vekirin, sala 1992’yan tevlî nav refên têkoşîna azadiyê dibe û 1996’an li cem Rêber Apo perwerdeyê dibîne. Tekîn Goyî ê di şerekî lingekî xwe winda dike, tevî birîndariya xwe jî li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelan têkoşîn dike. Tekîn Goyî sala 2014’an di nav berxwedana Kobanê de cih digire. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê, şoreşgerê kedkar Tekîn Goyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek kar û xebatên civakî radibe. Herî dawî di nav fealiyetên tenduristiyê de bi awayekî aktîf rol digire. Gaziyê şer û şoreşgerê dilsoziyê azadiyê Tekîn Goyî, 19’ê Tebaxê li bajarê Qamişlo dema wezîfeya xwe ya tenduristiyê bi rê ve dibir, di encama êrîşeke nemerd a dewleta Tirk de gihişt şehadetê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button