Gaziyên şer û xelkê Hesekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Hezîran û Tîrmehê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê yê Hesekê bi tevlîbûna gaziyên şer, malbatên şehîdan û xelkê Hesekê hatin bibîranîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan bi beşdarî gaziyên şer û xelkê Hesekê merasîma bîranîna 905 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Hezîran û Tîrmehê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê li dar xist.
Piştî deqeya rêzgirtinê bi navê Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî. Necah diyar kir ku şehîdan bi xwîna xwe rûpelên berxwedan, birydarî û fedaîtiya di rêya azadî û rûmetê de nivîsandin. Her wiha îşaret pê kir ku bîranîna wan nûkirina soza parastina nirxên ku ji bo wê şehîd bûne ye.
Necah Hewas di dewama axaftina xwe de got, fedakariyên şehîdan dê ronahiya ku rê nîşanî nifşan dike bimîne.
Bi navê hêzên leşkerî Evîndar Deniz jî bi xêrhatina beşdaran kir û û anî ziman ku bi keda şehîdan nasnameya kurdî hat parastin û doza Kurd ji cîhanê re hat nasandin. Her wiha diyar kir ku şehîdan canê xwe ji bo azadî û rûmetê oxir kirin.
Evîndar Deniz di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.
Piştî axaftinan nasnameyên 905 şehîdan hatin xwendin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Piştî merasîmê gaziyên şer li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.




