Ziman hebûn û nasnameya mirov e
Ezîme Kobanê

Ziman çavkaniya bingehîn a hebûna neteweyî ye. Her zimanek rengek û neteweyek e. Jixwe gelek caran li heman welatî çend netewe hene, hemû jî bi hev re dijîn. Li hemberî ziman û çanda hevdu bi hurmet in. Lê li hinek welatan rengîniya ziman û çandan, dibe sedema pevçûn û nakokiyan. Sedema wan jî hişmendiya yekperestiyê ye ku çavkaniya xwe ji aqilê zilamê desthilatdar digire. Hemû ziman, çand û neteweyan bi wê hişmendiya xwe ya kujerê kastîk ditepisîne û dibe qirkirinê.
Ziman hebûn û nasnameya mirov e. Eger mirov bixwaze xwe û neteweya xwe ji bindestiyê rizgar bike, çanda xwe bi serbestî û azadî bide jiyîn, divê xwe ji sawa fikrî xelas bike. Xwe di nav heqîqeta mirovahî de weke mûmekê bihelîne, pêre bibe yekpar e. Her netewe bi ziman û çanda xwe, xwe dide nîşandan. Her netewe bi reng, ziman û çanda xwe xwedî vîn û nasnameyeke cuda ye.
Ji lewra dema ku qala zimanê dayikê tê kirin hema pirsgirêka, neteweya Kurd, ziman û çanda Kurdan tê bîra mirovan. Demildest mirov haj li rastiyên dîrokî tê. Nexasim jî di van 300 salên dawiyê de, civaka Kurd di nav çar dewletên netewe de ji aliyê hebûn, ziman, nasnameyê de dihat înkarkirin. Ji ber ziman û çand nasnameya neteweyî ye, eger tinebibe, tekez wê hebûna neteweyî jî ji holê rabe.
Bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de em bûn xwedî zanebûna çandî, hunerî, dîrokî û ziman. Divê em layiqî Rêberê xwe derkevin, bibin xwedî çand, huner û zimanekî dewlemend da ku em siyaseta xwe ya neteweyî pêş bixin.




