Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye
Egîd Efrîn

Weke her kes dizane 29’ê Çileyê di navbera Rêveberiya Xweser-QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de peymanek çêbû. Li ser esasê naskirina xweseriya herêmên Kurdî, ziman û çanda Kurdî di destûra bingehîn de dest bi entegrasyona sazî û dezgehan hat kirin. Lê belê ji wê demê heya niha tişta herî berbiçav a mirov dibîne ew e ku hikûmeta Şamê ne li gor entegrasyoneke demokratîk, li ser esasî desthilatdariya xwe li ser tevahî Sûriyeyê û herêma Rojava bike tevdigere.
7’ê Gulanê li Hesekê tabela Qesra Dadê ya bi Kurdî û Erebî hatibû amadekirin hat rakirin û li şûna wê ya bi Erebî û Îngîlîzî hatibû nivîsandin bi cih kirin. Bi vê bûyerê feraseta tekperest a hikûmeta demkî bi awayekî berbiçav derket holê. Ev dide diyarkirin ku ziman, nasname û statuya Kurd qebûl nakin. Gelê Kurd jî li hember vê nêzîkatiyê bertekeke însanî nîşan da û ew tabelaya têde Kurdî nebû rakir. Ev helwesteke di cih de bû. Ev hewlwesta gel diyar dike ku êdî piştî ewqas berdêlan ti hêz û kes nikare polîtîkayeke tinehesibandin û înkarê li ser gelê Kurd ferz bike. Gelê Kurd ev peyam pir bi zelalî nîşan da.
Hikûmeta Demkî gelo çima wer tevdigere? Ya dixuye ew e dixwaze di bin navê entegrasyonê de bi temamî Kurdan, ziman, çand û nasnameya di nav xwe de bihelîne. Lê divê were zanîn ku gelê Kurd di nav van 15 salên şoreşa Sûriyeyê de bi hezaran şehîd û birîndar dane. Hê jî wan berdêlan dide. Eger bala mirovan kişandibe esîrên di destê xwe de jî dixwazin bikin mijara bazarê. Divê were zanîn ku ti kes nikare teslîmiyetê li ser Kurdan ferz bike. Gelê Kurd ê bi salan e ji bo jiyaneke azad têkoşîn dike jî van ferzkirinan qebûl nake.
Hikûmeta Demkî ya Şamê bi pêkanîn û kiryarên xwe rejîma Beşar Esed tîne bîra mirov. Ev kesên heya duh Beşar Esed weke dîktator pênase dikirin îro heman pêkanînan li ser gelan ferz dikin. Serokê hikûmeta Demkî berî niha bi du-sê mehan got ku ew Kurdan û mafên wan qebûl dikin. Lê weke li Hesekê hat xuyakirin tabeleyeke têde bi Kurdî hatiye nivîsandin qebûl nake û li ber çavên gelê Kurd wê tabeleyê radike. Di navbera hikûmeta Baas û ya niha de tenê ferqek heye. Hikûmeta Baas bi devkî jî behsa maf, ziman û çanda Kurdî nedikir; ev hikûmeta demkî ya Şamê bi devkî behsa mafên gelê Kurd dike, lê di pratîkê de tam berevajî wê tevdigere.
Entegrasyona demokratîk nayê wateya ku ziman, nasname û çanda gelê Kurd were înkarkirin û ji nedîtî ve were dîtin. Li vî welatî çiqasî mafê gelê Ereb heye, divê yê gelê Kurd û pêkhateyên din jî hebe. Ev dibe entegrasyona demokratîk. Wer diyar e ku ev hikûmeta demkî ji peyva demokrasiyê jî ditirse. Navê Komara Erebî ya Sûriyeyê jî jixwe tê wateya înkara hemû gel û neteweyên din ên li Sûriyeyê dijîn. Lewma tehemûla wan ji nivîseke Kurdî ya li ser tabeleyê jî nîne. Halbûkî dadgeh cihê edaletê ye. Li ber deriyê Qesra Dadê rakirina nivîsandina bi Kurdî tê wateya înkara hemû gelan. Ji ber vê nêzîkatiyê mirov çawa wê bêjin li Sûriyeyê edaleteke baş heye? Înkara zimanê Kurdî çiqasî li gor edaletê ye? Ev nêzîkatî bêedaletiya herî mezin e.
Li her welatekî du tiştên sereke hene. Yek jê edaleteke wekhev a her kesî digire nav xwe ye. Ya din perwerdeyeke ne înkarker e. Lê ya îro li Sûriyeyê dixuye ew e ku hikûmeta demkî di her du mijaran de jî bi rengekî înkarker tevdigere. Wê gelên Sûriyeyê bi vî awayî çawa ji vê hikûmeta demkî yeqîn bikin? Wê ew hikûmet çawa pirsgirêkên gelên Sûriyeyê çareser bike?
Bêguman mesele tenê li ser tabeleyekê nivîsandina bi zimanê Kurdî jî nîne. Divê di aliyê hiqûqî, siyasî û qanûnî de mafên gelê Kurd û tevahî gel û baweriyên din were qebûlkirin. Hewce ye entegrasyon li ser vî esasî be. Bi vî rengî mirov dê karibe behsa Sûriyeyeke hevgirtî û demokratîk bike.
Dema behsa ziman û mafên Kurdan tê kirin, dibêjin hê hiqûq û qanûn nehatine sererastkirin. Wê demê çima li ser navê hiqûq û qanûnan zimanê gelê Kurd tê înkarkirin û nivîsandinên bi Kurdî tên rakirin? Hikûmeta demkî tiştên li gor berjewendiyên xwe weke hiqûqî pênase dike. Lê tiştên din weke ne li gor hiqûq û qanûnê terîf dike.
Di meseleya entegrasyonê de divê xisûsiyet û statuya gelê Kurd di aliyê qanûnî, hiqûqî û siyasî de bi awayekî rast were destgirtin. Divê destûr neyê dayîn ku ev hikûmeta demkî her tiştî li gor xwe bi rê ve bibe.
Piştî ewqas berdêl û têkoşînê edî ti kes nikare înkar û asîmîlasyonê li ser gelê Kurd ferz bike. Ev helwesta gelê Kurd a li Hesekê ya li hember rakirina zimanê Kurdî nîşan dide ku Kurd hişyar in û bi baldarî rewşê dişopînin. Êdî dema înkarê û ferzkirinên bi darê zorê qediyaye. Divê êdî li Sûriyeyê pirsgirêkên heyî werin çareserkirin. Hewce ye bi gavên hiqûqî, qanûnî û siyasî yên bên avêtin re Kurd karibin xwe xwediyê vî welatî bibînin. Gelê Kurd li hember rejîma Baas têkoşîn kir û paşde gav neavêt. Rejîma Baas îro li holê nîne, lê gelê Kurd bi rêxistinbûn û hêzên xwe li ser piyan e. Ji îro şûn ve piştî ewqas berdêlan wê qet û qet li hember pêkanînên tekperest ên hikûmeta demkî xwe paşde nede. Kurd hene, li ser piyan in û ji bo mafên xwe yên însanî têkoşîn dikin. Divê ev heqîqet ji aliyê her kesî ve were dîtin.
Xwedîderketina li ziman, nasname û herêmên xwe, xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye. Li pêş çavên gelekî ewqas berdêl, şehîd û birîndar dane, rakirina tabeleyeke bi Kurdî, nayê qebûlkirin. Li Sûriyeyê gelê Kurd neteweya duyem a mezin e. Kurdan ji bo hevgirtina Sûriyeyê fedakariyên bêhempa kirin. Divê li beramberî ziman û nasnameya Kurd rêzgirtin hebe. Înkara ziman û nasnameya neteweyekî zîhniyeteke şovenîst e.
Em helwesta gelê xwe ya li hember înkar û tinehesibandinê silav dikin. Weke gaziyên şer em ê heya dawiyê ji bo mafên rewa yên gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin.




