Kedkarî yek ji taybetmendiyên mirovên sosyalîst in
Hêvî Dêrik

Dema peyva karker tê gotin, destpêkê ked tê bîra mirovan. Dema mirov dibêje ked, pêşî karkirin tê bîra mirovan. Êdî ew kar, karekî bedenî yan fikrî be jî heman tişt e. Di encamê de ked tê dayîn û ya girîng ew e ku ji bo jiyan bi rengê xwe yê herî baş û xweş bê berdewamkirin e. Mirov dikare ji cotkarekî re jî bêje karker, ji şivanekî û mamosteyekî re jî bêje karker. Heta mirov ji dayikekê re jî dikare bêje kedkara herî mezin. Lê mixabin keda wê tê înkarkirin. Di heman demê de mirov dikare Rêber Apo jî weke pêşeng û sembola kedkariyê pênase bike. Ji ber Rêber Apo ji heft saliya xwe de kedkar e. Di zarokatiya xwe de li gel dayik û bavê xwe di nav zeviyan de kar dikir û piştî mezin jî bû hemû jiyan, hêz û hunera xwe xist xizmeta mirovahiyê, jiyanek azad û sosyalîst.
Îro bi piranî di xeyalê her karkerekî de, jiyaneke di nav civakeke sosyalîst de heye. Ji ber di civaka sosyalist de hêvî û kelecana mirovan a jiyanê her û her zindî ye. Sosyalîzm dihêle mirov bibe xwedî hêviyên mezin. Ev dihêle ku mirov her tim di nav liv û tevgerê de be, dînamîk, afirîner û çêker be. Çima îro di nava civaka Kurd û cîhanê de Rêber Apo tê hezkirin û pejirandin? Ji ber xwedî fikreke sosyalîst û civakî ye. Îradeya civakê derdixe pêş. Ji lewra mirovahî azadiya xwe di vê felsefeyê de dibîne.
Roja 1’ê Gulanê, ji bo mirovên kedkar, rêxistinên sosyalîst û demokratîxwaz, rojeke gelekî girîng û bi wate ye. Di heman demê de ji bo tevahî karkerên cîhanê weke roja serkeftinê tê binavkirin. Bêguman her kesên xwe karker dibînin, vê rojê ji bo xwe pir bi nirx dibînin û her sal hestên vê rojê di jiyana xwe de zindî dikin.
Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, gelek hewildanên hêzên sermayedar çêbûn ku vê rojê reş bikin û ji wateya wê derxînin. Xwestin baweriya karkeran lawaz bikin. Heta roja îro jî ev hişmendiya kedxwar di nav hewildanên biçûkxistina huner û keda kedkaran de ye. Hêzên hegemon derfetên teknîkî gelekî dane pêş. Vê bi armanca derbeyekê li karkeran bidin, keda wan erzan û bênirx bikin dikin. Lê her çiqasî beşê karkeran zerarên mezin dîtibin jî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedan.
Armanca pergala kapîtalîst ew e civakek tembel, bê xeyal û ji kedê dûr ava bike. Bêguman civaka ji kedê dûr, wê nirxê jiyanê û wateya wê jî nizanibe. Rêberê Gelê Kurd, Rêber Apo jî bal dikişîne ser vê xisûsê. Civaka bêxeyal tê wateya civaka xwe mehkûmî jiyana rojane, erzan û kole kiriye. Mirov dikare bê nan û bê ava bijî, lê mirov nikarê bê xeyalên jiyana azad bijî.
Di civakê de di her warî de karker xwedî rolek mezin in. Ev rola avaker a civakê ye. Civakê li ser piyan dihêle, xwedî dike û xweşik dike. Ev di avakirina pêşeroja civakê de xwedî ristek mezin e. Ji lewra pêwîst e mirov li beramberî wan her tim bi rêz be. Belkî pergala înkarê û deshilatê bi rengekî sivik û erzan nêzî keda wan dibe, di heman demê de ev pergalên hegemon bûne sedema ku di nava civakê de jî beşek ji wan kesên teqlîdkarê çîna bûrjûva û burokrat kar û kedê eyb dibînin, Lê pêwîst e neyê jibîrkirin kar û xebat ne şerm e, serbilindî ye. Lê ya pêwîst e mirov jê şerm bike bêkarî ye. Kedkarî yek ji taybetmendiyên mirovên sosyalîst in. Bi kedê mirov mezin dibe, bilind dibe û bi rûmet dibe.




