Pira di navbera gelên Kurd û Ereb de di ser hevrê Ezîz re ava bû

Hevrêyên Ezîz Ereb ê Nîsana 1986’an li Bakurê Kurdistanê şehîd bû gotin, “Kurdan di pêşengiya PKK’ê de bi gelên Tirkiyeyê re di ser Hakî Karer û Kemal Pîr re pireke xwişk û biratiyê ya saxlem ava kirin. Bi gelê Ereb re jî ev pir di ser hevrê Ezîz re ava bû.”

Di dîroka Têkoşîna Azadiyê de tenê ne pêşketinên eskerî û siyasî, di heman demê de têkiliyên têkoşîna hevpar û piştevaniya di navbera gelan de ava bûye jî roleke diyarker lîstiye. Yek ji mînakên herî watedar ên vê girêdanê bi tevlîbûna şehîd Ezîz ê weke şoreşgerekî Ereb berbiçav bû. Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) ê Nîsana 1986’an li Bakurê Kurdistanê şehîd bû, tenê ne weke mirovekî têkoşînê, weke yek ji pêşengên pira xwişk û biratiyê ya dîrokî ya di navbera gelên Kurd û Ereb de ava bûye, di hişê mirovan de cih girt.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan  Dûran Kalkan û û endamêTevgera Azadiyê Gurcan Korkmaz weke hevrêyên wî yên têkoşînê ji ANF’ê re behsa kesayet û têkoşîna şehîd Ezîz Ereb kirin.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di destpêka axaxtina xwe de şehîd Ezîz bi bîr anî û got, “Hevalê Ezîz rastiya Rêber Apo û PKK’ê dît. Fêm kir ku di wan de jiyana azad û nirxekî mirovatiyê yê mezin pêş dikeve û tevlî bû. Hem jî bi her tiştên xwe tevlî bû. Bêteredut ber bi Kurdistanê, çiyayan û gerîla ve meşiya.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku şehîd Ezîz pêşeng bû û ev anî ziman, “Pêwîst e mirov vê bibîne û fêm bike. Kurdan di pêşengiya PKK’ê de bi gelên Tirkiyeyê re di ser Hakî Karer û Kemal Pîr re pireke xwişk û biratiyê ya saxlem ava kirin. Bi gelê Ereb re jî ev pir di ser hevrê Ezîz re ava bû. Ji lewra çawa xwişk û biratiya Kurd û Tirkan wer besît nîne, xwişk û biratiya Kurd û Ereban jî besît nîne. Em bêjin xwişk û biratiya şer û xwînê ye.”

‘Bû hêviya gelên bindest’

Endamê Tevgera Azadiyê Gurcan Korkmaz jî diyar kir ku şehîd Ezîz sala 1985’an nas kiriye û wiha axivî, “Di yekîneya hevrê Mahsûm Korkmaz de em û heval Ezîz re li cem hev man. Hevalekî wiha ku tevlî jiyana Partiyê bû û berê xwe da çiyayan ji bo hemû hevrêyan bû çavkaniya moralê. Ez dikarim bêjim ku hevrê Ezîz Ereb hem weke Partî hem jî li ser bingehê xwişk û biratiya gelan xwedî rolekî girîng bû.”

Gurcan Korkmaz bal kişand ku yekîtiya gelên Rojhilata Navîn a Rêber Apo jî diyar kiriye, hê di wê demê de di şexsê şehîd Ezîz Ereb de pêk hatiye û wiha domand, “Îro jî di bin banê heman perspektîfê de di pêşengiya gelên Kurd û Ereb de paradîgmaya di şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de berbiçav bûye, di pêşketina jiyana nû û yekîtiyê de esas tê girtin.”

Endamê Tevgera Azadiyê Gurcan Korkmaz axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Şehîd Ezîz Ereb di heman demê de ligel ku xwedî karaktereke akademîsyen bû, bi sekn, uslûb, tarz û livûtevgera xwe şopeke mutewazî jî dihişt. Ji ber vê hevrê şehîd Ezîz Ereb di xeta şehîdan û Rêber Apo de timî bû mînak. Bû hêviya gelên bindest.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button