Egîdî bi ked û fedakariyê pêk tê

Leyla Amûdê

Dema li ser berxwedan û qehremaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dihizirim, Egîdbûn tê bîra min. Çelengên berxwedêr bi bîr, bawerî û lehengî li ber xwe dan, navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîroka bajarê kevnar Helebê xêz kirin, bûn egîdên destanwarî. Me her kesî bi çavên xwe berxwedana wan dîlawer û çelengan dît û em bûn heyranê wê dilêriya wan a bêhempa.

Bêguman her kes jî nikare bibe şervan û fermandarek egîd. Egîdî bi ked, fedakarî, têkoşîn û berxwedanê pêk tê. Di dîroka gelê Kurdistanê gelek egîd û mêrxas derketine holê. Yek ji wan jî Derwêşê Evdî ye. Egîd û qehremanên Kurdan bi navê netewe derneketine pêş û her weke serok û pêşengên malbat, êl û tayîfê hatine naskirin. Ev jî bûye sedem ku li her herêmekê hin kes derkevin pêş û di nav neteweya Kurd de zêde nayên naskirin. Jixwe dema wan egîd û mêrxasan qehremanî kiriye jî di wateyeke pir teng de, bi rengê çîrokên trajedîk û stranan hatine behskirin.

Sedema din a bingehîn jî ew e ku têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar nebûye û ev jî cihê xembariyê ye. Jixwe gelek caran cihê xayîn û egîdan bi hev hatiye guhertin. Hin caran jî xayîn weke qehreman hatine naskirin. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar dike ku di dîroka Kurdistanê de welatparêzî û xiyanet her bi hev re meşiyane, gelek caran jî tevlîhev bûne. Pêwîst e em welatparêziyê û xiyanetê zelal bikin. Ji ber pir ji hev cuda ne. Welatparêzî diyardeyeke pîroz e. Xiyanet rûreşî ye.

Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi têkoşîna heya kêliya dawî bû keleha berxwedana dîrokî ya fermandar Ziyad Heleb, Denîz Çiya, Rojbîn, Feraşîn, Gerîla, Hawar, Dilbirîn û bi dehan leheng û egîdan. Wan şervanên heqîqetê piştrastkirin ku milîtanên Rêber Apo wê berxwedan û xeta Rêbertî ya li ser esasî xwedîderketina li nirxên mirovatiyê ye berdewam bikin.

Vê berxwedana bi rûmet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jî berxwedana fermandar Sîdar, Zeyneb, Kemal, Axîn, Zîlan, Serxwebûn, Haşim, Ehmed Kerkuk û hwd. bi şêrejin û mêrxasên serbilind pêş ket. Di vê berxwedana dîrokî ya li hember tarîtiyê de xeta egîdî û xeta xiyanetê bi zelalî derket holê. Ev rastiyeke eşkere ye ku wê xiyanet ti carî bi ser nekeve. Yên ji pişt ve êrîşî şervanên mirovatiyê kirin, wê ti carî jiyaneke aram û rehet nejîn.

Gelê Kurd bi têkoşîna bi dehan salan a di pêşengiya Rêber Apo de bû xwebûn, xwe nas kir. Êdî dizane stratejî, plan û hesabên xwe li gor berjewendiyên xwe yên esasî pêş bixe. Li ser vî bingehî bi hurmet û minetdarî şoreşgerên mezin û qedirbilind ên ji bo em weke gel û netewe bi rûmet cihê xwe di nav cîhana mirovatiyê de bigirin xwe feda kirin bi bîr tînin. Şehîd  pêşeng û serkêşê me ne. Em ê jî li ser rêya ku wan ji me rohnî kirine bimeşin

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button