Rêber Apo pêvajo derbasî qonaxeke nû kir
Leyla Amûdê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cotmeha 2024’an li dû axaftina Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya têkildarî pirsgirêka Kurd, di hevdîtina xwe ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan re diyar kir ku ew amade ye ji bo çareseriyê gavên nû biavêje û 27’ê Sibata 2025’an Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş xist. Piştre bi daxuyaniyeke bi dîmen banga xwe dubare kir û got, “Dema şer û tundiyê ji zû ve bi dawî bûye” û anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe bi lezgînî ferz dike, divê Kurd û Tirk hevdu guhdarî bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û nehêlin ku bimîne li benda sedsaleke din. Rêbertî her wiha bal kişand ku her du gel tevî gelên din di nav dewletê de entegre bibin, weke xelkên heman welatî bi hev re bijîn.
Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke modeleke ji tevahî gelên Rojhilaya Navîn re pêş xist. Ev pêvajo bêguman ji bo hemû gelan wê bibe çareseriyeke pir bi xêr, baş û encamgir. Wê ti kes wenda neke û berevajî wê ji her kesî re serkeftin û azadiyê bîne.
Li ser esasê banga Rêber Apo PKK’ê meha Gulanê bi Kongreya xwe ya 12’emîn xwe fesix kir. Li dû wê di pêşengiya Hevseroka KCK’ê Besê Hozat de komek gerîlayên azadiyê çekên xwe şewitandin û ji bo rê li ber provokasyonên muxtemel bên girtin, HPG’ê destnîşan kir ku hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û hinek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişandin.
Bêguman ev pêvajo tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirkan nîne. Wê ji bo hemû mirovahiyê jî bibe rê û rêbazeke nû ya pêşxistinê. Rêber Apo di Newroza 1973’yan de li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê dest bi têkoşîna xwe ya azadiyê kir. Ev meş ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve derbasî qonaxeke nû bûye. Lewma pêvajo evqasî girîng e.
Piştî banga Rêber Apo ji hêlaTevgera Azadiyê û gelê Kurd ve zêde zehmetî nehat kişandin. Ji ber bingehekî xwe hebû. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ezmûnên xwe yên ewqas salan a rêxistinî û daneheva xwe xwedî bîreweriyeke xurt e ku weke hêzeke civakê têkoşîna xwe berdewam bike.
Name û daxuyaniyên Rêbertî li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bandoreke mezin çêkir. Her kesên têkildarî bangê daxuyanî û helwestên pir erênî dan. Ev jî pir girîng û bi nirx in. Her kesî şopand û dît bê jin çawa bi rengekî pir aktîf beşdarî pêvajoyê bûn. Jin di her warî de bi roleke pir bandor rabûn. Ji bo zagonên cihêkariyê ferz dikin ji holê rakin, rûmet û hemwelatîbûna tam ji jinan û civakan re garantî bikin roj bi roj têkoşîna xwe bilindtir dikin.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di bin navê ‘hêzên terorîst’ de hatibûn qedexekirin. Dema qala wan dihat kirin, hinek kesan çav û guhên xwe digirtin. Nedixwestin rastiyan bibînin û xwe bidin ber barê wan. Lê weke ku em hemû jî dibînin di vê pêvajoyê de û bi taybetî jî ji sala 2015’an ve hinekî ew rewş guherî. Hinek kes û hêz mecbûr man helwestên xwe biguherin. Ji sala 2015’an ve berxwedaneke pir mezin hate raberkirin. Gelek şehadetên gerîla çêbûn. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd kedên pir mezin hatin dayîn. Ew tevahî têkoşîn hemû bû sedema şikestina tecrîdê.
Bêguman di vê qonaxê de hewce ye Rêber Apo di nava şert û mercên azad de karibe siyasetê bike, bixebite, têkiliyê deyne, xwedî rewşeke bi tendurist û azad be. Ev garantiya rêveçûna pêvajoyê ye. Divê di qada siyasî û hiqûqî de gavên pêwîst tavilê bên avêtin.
Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, pêşketinên girîng derketin holê. Li ser rê û rêbazên rêxistinkirina civakê tecrûbe hatin bidestxistin. Li gel kêmasiyan jî bingehek çêbû. Têkildarî pêvajoyê eniya Kurd zelal e. Kurd ji her kesî zêdetir aştî, demokrasî, yekîtî û mafên xwe dixwaze. Siyaset divê çareseriyê bîne. Eger gotin di cih de be, bi rastî jî top niha li cem dewleta Tirk e. Divê rayedarên dewletê bi erka xwe rabin û li şûna şer siyasetê xurt bikin. Vaye Tevgera Azadiyê her tişta ket ser milên xwe pêk anî. Pêwîst e dewlet jî gavên pratîkî biavêje û ti tiştekî nekin hincet.
Divê were zanîn ku jin temînata demokrasî û azadiyê ne. Serdema civaka demokratîk, serdema jinan e. Ji bo pêvajo bi tenduristî bi encam bibe divê Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe. Hewce ye rayedarên dewleta Tirk jî destê xwe bixin bin kevir da ku pêvajo bi awayekî baş berdewam bike.
Azadiya fizîkî ya Rêber Apo garantiya rêveçûna pêvajoyê ye. Divê Devlet Bahçelî gotina xwe bi cih bîne û Rêber Apo biçe li meclîsê biaxive. Pêwîst e têkiliya Rêbertî bi her kêsî re hebe. Divê were zanîn ku pirsgirêkeke Kurdan a dewleta Tirk û neteweya Tirk bidin zorê, wan tine bikin nîne. Em dixwazin mafên hebûna xwe ya neteweyî biparêzin.
Li ser vî esasî hewce ye têkildarî mijara, teror çi ye lêkolîn bê kirin û terorîst kî ne werin zanîn. Divê were naskirin bê kî li hember kê ye? Ewqasî berevajikirin rast nîne û divê ew rêbaz werin bidawîkirin. Mînak di Rapora Komîsyonê de û rayedarên Tirk mijarên ewqasî girîng û hesas di “terorê” de heps dikin. Ev şermeke pir mezin e û mirovan bi hêrs dike. Heke weke berê bêjin, “Em ê Kurdan bi şer têk bibin,” wê demê weke netewe em ê jî têbikoşin û berxwedana xwe bidin domandin.
Li Tirkiyeya îro demokrasî nîne. Rêz ji gel û jinan re nîne. Mirov têne perçiqandin û mafên neteweyan tê înkarkirin. Ne tenê li hember gelê Kurd, rêz li hember gelê Tirk jî nîne. Polîtîkayeke rast nayê kirin. Der barê gelê Tirk de ti pêşketineke siyasî ne mijara gotinê ye. Hîn jî dewleta Tirk di nava xwe de ji çareseriyeke siyasî re bi temamî ne vekiriye. Eger wer dewam bike, wê pêvajo dereng bikeve û dibe ku hêzên biyanî û xêrnexwaz pêvajoyê derb bikin. Wê demê keda heya niha hatiye dayîn wê têk biçe, careke din şerekî bê sînor û bê pîvan wê dest pê bike.
Helbet di vê pêvajoyê de yek ji xisûsa girîng diyarkirina statuya gelê Kurd e. Kurd wê bigihîjin statuyeke siyasî ya çawa? Pêwîst e ev were zelalkirin û mafên Kurdan bikevin bin ewlehiyê. Rêbertî û Tevgera Azadiyê ji bo çareseriyê ji xwe bawer in û ji dil in. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bi banga Rêber Apo re bi rastî cesaret û fedakariyeke pir mezin nîşan dan. Gavên din dikevin ser milên rayedarên Tirk. Pêwîst e ew jî rola xwe pêk bînin, pêvajoyê dereng nexin.
Hêvî û baweriya me pir mezin e ku wê ked û têkoşîna Rêber Apo ya 53 salan bi serketineke herî mezin bi encam bibe. Li ser vî esasî divê em ji her demê zêdetir xwedî li pêvajoyê derkevin, yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê hîn zêdetir pêş bixin.




