Yên li hember êrîşan bêdeng divê ji xwe şerm bikin
Rojda Dêrik

Gelê Kurd beriya niha bi 14 salan çawa li bajarê Kobanê li hember êrîşên çeteyên dirinde yên DAÎŞ’ê berxwedana bi rûmet pêş xist. Îro jî xwedî biryar e wê li tevahiya Rojava bi heman îradeyê şer bike. Piştî banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser di serî de jin û ciwan her kesên dikarin çekan rakin tevlî nav refên berxwedanê bûn û li rex şervanên xwe cih girtin.
Gelê Kurd ê Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi kelecan û coşeke pir mezin berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê ji bo rûmeta xwe biparêze bi hemû hêza xwe beşdarî şer dibe. Gelên Rojavayê Kurdistanê bi kelecaneke mezin û manewiyateke xurt ji bo kerameta xwe di nav livûtevgerê de ne. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ev rastiya şerê gelê şoreşgerî wê teqez me bigihîne serketinê.
Gelê Kurd xwedî ezmûn û tecrûbe ye. Gelek caran jî şerê wiha bi biryardarî kiriye. Li Rojava li hember hikûmeta Baas û çeteyên DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk şerekî xîretê meşandiye. Ev jî bûye bingehekî xurt ji bo li hemberî çeteyên dewleta Tirk û yên HTŞ’ê pêş bixe.
Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê rojane berxwedaneke destanwarî dimeşînin. Ji bo xaka xwe biparêzin bi dil û can şer dikin. Tevî sir û seqema demsala zivistanê xwe di serkeftinê de kilît kirine. Ev îrade û bawerî wê ti carî têk neçe û serkeftin wê ya gelê Kurd be.
Gelê Kurd ji hezarê salan ve li erdnîgariyeke ku timî rastî êrîşên dagirkeriyê hatiye dijî. Ti hêzeke biyanî nikariye vî gelê qedîm û esîl ji xaka wî derxe. Lewma ev êrîşên îro jî wê qet bi ser nekevin. Ev çanda berxwedanê li Rojavayê Kurdistanê ya delaliya her sê parçeyên din a Kurdistanê ye wê bi ser bikeve.
Wê çeteyên ti nirxekî mirovatiyê bi wan re nînin, bişikin. Em ê ji bo parastina rûmeta gelê xwe û bicihanîna hêvî û xeyalên şehîdên xwe vê berxwedanê bi serketinê bi encam bikin.
Ew hêzên îro li hember wan êrîşên li dijî gelê me bêdeng in, roj were wê ji ber vê helwesta xwe poşman bibin. Yên li hember êrîşan bêdeng divê ji xwe şerm bikin. Kurdan ji bo parastina nirxên mirovatiyê bi dehhezaran şehîd û birîndar dan.
Me êrîşî ti cihekî ne aîdî me nekiriye, li ser xaka xwe em dixwazin bi azadî bijîn. Eger vê jî ji me re zêde dibînin, bila kerem bikin werin. Em ê ji bo şeref û rûmeta xwe heya dawiyê li ber xwe bidin.




