Rêber Apo ji bo mirovahiyê pêşengê demê ye

Asya Weşûkanî

Rêber Apo ji temenê xwe yê heft salî de ketiye ferqa jiyana koledariyê. Li hember wê jiyanê bertek nîşan da û serhildana xwe ya yekem hê di zarokatiyê de pêş xist. Rêbertî  zarokên gund li dora xwe kom kiriye û berê xwe daye çolê. Ev jî reveke ji pîvan û rêgezên hişk û qalibên wan ên li ser zarokên nûhatî bû. Rêber Apo ew pîvanên hişk û qalib li ser xwe û nifşê xwe qebûl nedikir. Li rê û rêbazên cuda digeriya ku wan pûtên paşverûtiyê bişîkîne, rê li ber herikbariya jiyana xwezayî veke.

Dibe zarokek wiha û di temenekî biçûk de pir felsefîk û bîrdozî nebe. Lê hest, lêgerîn û hêza xwe ya xeyalên azadiyê teqez hebûn. Xiyanet li xeyalên xwe nekiriye. Xeyalên xwe şopandiye û her ketiye nava hewldana pêkanînê.

Her ferdek yan jî her zarokek di nava civakê de xwedî xeyalên pir xweş û bedew in. Lê gelek kes dema mezin dibin berevajî xeyalên xwe, dikevin pey jiyan û têkiliyên klasîk. Hemû xeyalên xwe yên bedew binax dikin. Li ser şopa dayik û bavan jiyan û têkiliyên xwe bi rêkûpêk dikin. Ew jî dibe teqlîda ya kevin. Tevî dibînin ku jiyana dayik û bavê wan di bin zext û zordariya dijmin û cehaleta civakî de ye jî, bi qedera xwe razî bibin û hemû xeyalên xwe terk bidin. Ew jî dibe jiyaneke bêwate ya tenê ji tiştên rûtîn pêk tê.

Rêber Apo jiyana rûtîn, hatiye firotin û lewitî qebûl nekir. Rêbaza jiyanê ya herî zor, zehmet û xeternak hilbijart. Meydan li hemû desthilatdar û tundrewan xwend. Bi rengê “Jiyana şaş rast nayê jiyîn” dest bi têkoşîna avakirina jiyaneke watedar, azad û wekhev kir.

Rêbertî li ser vî esasî dest bi şoreşê kir. Gelê Kurd şiyar kir û ew rakir serhildanê. Her çû şoreş û têkoşîn mezin bû niha jî mirovahiyê radike ser piyan, cesaretê dide azadîxwazan. Em roj bi roj dibînin ku Rêber Abdulah Ocalan, bi fikir û felsefa xwe ya hemdem ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovatiyê dixebite. Rêber Apo ji bo mirovahiyê pêşengê demê ye. Tevî di destê dewleta Tirk de rehîne ye jî 24 saetan têkoşîn dike. Pêwîst e, em hemû vê rastiyê bibînin, ji xwe re bikin ders û şîret da ku em guhertin û veguhertinê di şexsiyeta xwe de çêbikin, gavên xurt bavêjin û bi xwe bawer bin.

Rêber Apo piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, têkildarî rê û rêzana têkoşîna nû Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk jî ji me re şand. Rêbertî diyar kir ku divê Manîfesto wergerî hemû zimanan bibe, her kes bixwîne û li ser lêhûrbûnê bikin da ku bibin hêza pêşeng û dawiyê li şer û tundiyê bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button