Rêberê min tu ji bo min pir bi qîmet û hêja yî

Berbihîv Efrîn

Rêberê min ez pir ji te hez dikim. Gelekî ji bo girtina te û girtîmayîna te ya 27 salên weke dojehê xembar im. Têkildarî pêvajoyê ji giran tevgerkirina dewleta Tirk hêrs dibim. Wiha dihizirim ku rayedarên dewleta Tirk xemsar in û xwe berpirsiyarê civakê nabînin. Ev xisûs min pir aciz dike. Ji bo te pir hestiyar dibim. Dema peyam û parêznameyên te dixwînim, pir kêfxweş dibim. Heyecaneke terîfa wê pir zehmet e bi min re çêdibe. Wiha dihizirim ku dewleta Tirk ne bi serê xwe tevger dike, benê wê di destê dewletên derve de ye. Xwe li gorî wan rêxistin dike.

Ev jî dibe sedema ku qedera gelê Tirk reş bibe û pirsgirêkên xwe her berdewam bikin. Lê divê gelê Tirk jî rastiya xwe ya neteweyî nas bike, guhertin û veguhertinê li ser dewletê ferz bike. Ev ji bo gelê Tirk, bi gelê Kurd re pêşerojeke rohnî bijî, xwe ji desthilatdarî û tarîtiya wê rizgar bike pir girîng e. Jixwe gelê Kurd û Tirk dîrokeke pir dewlemend pêkve jiyan e. Lewma divê ji nû ve yekîtiya xwe çêbikin, li ser hiqûqa xwişk û biratiyê jiyaneke azad û wekhev ava bikin.

Bêguman ji ber zîhniyeta tekperest û desthilatdar a dewletê hîn jî gelê Tirk negihiştiye heqîqeteke bi gelên din re li ser pîvanên wekheviyê bijîn. Lewma gelê Kurd û gelên din ên Antalyoyayê weke dijmin dibîne. Ji ber vê pêwîst e Tirk xwe ji vê zîhniyeta paşverû rizgar bikin. Bêguman di vê mijarê de erka tevahî jin û ciwanên xwe bi felsefe û fikrên Rêbertî perwerde kirine ew e ku xwe bigihînin tevahî gelê Tirk, rastiyê ji wan re ragihînin.

Rêberê min parêznameyên we û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a we berî niha bi demekê ji me re şand, ji bo mirov xwe ji sîstema tekperest, zîhniyeta wê ya qirêj rizgar bike, hemû derfetên bedew pêşkeşî mirov dike. Rêberê min ev zêdetirî 52 sal in hûn timî ji bo azadî, wekhevî û biratiya gelan têkoşîn dikin. Hûn pir jî ji dil û can hûn dixwazin dawî li şer û pevçûnan bînin. Hûn hewl didin Rojhilata Naavîn û tevahî cîhan veguhere bihuşteke ji reng û dengê gelan. Li ser vî esasî jî pêwîst e heval û dostên me pir ji dil bin.

Weke ciwaneke Kurd û keça hevalekî şehîd ji dil û can dixwazim çareserî çêbibe, hemû gel bibin yek û bi taybet jî gelê Kurd û gelê Tirk bibin weke xwişk û birayên heqîqî û welatê xwe bikin bihuşta ser rûyê vê dinyayê.

Rêberê min dema min dît hûn bi awayekî fizîkî di nav me de ne, wê rojê ji bo min dê govend û seyran be. Wê baskên min çêbibin û ez ê ber bi çiyayên Kurdistanê bi kêf û coş bifirim. Rêberê min ez ji bo azadiya te ya fizîkî timî di nav lêhûrbûn û hêviyan de me. Ez dixwazim  ji te re bibim bersiv û te ji nav wan çar dîwaran xelas bikim.

Rêberê min tu ji bo min pir bi qîmet û hêja yî. Tu pêşeng û serkêş û hêviya azadiya jin û civakê yî. Ez soz didim te Rêberê min, ez ê ji hêza xwe zêdetir têkoşîn bikim. Rêberê min ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a tu pêşengiya wê dikî bi serketinê bi encam bibe ez di nav hewldanên pir mezin de me. Ez weke jineke ciwan xwe deyndarê ked û têkoşîna te ya bi salan e dibînim.

Ez soza xwe ji te re nû dikim. Ez ê xwe bi fikir, felsefe û bîrdoziya we pêş bixim. Ji bo azadiya te ya fizîkî, azadiya jin û civakê ez ê timî çalak û aktîf bim.

Bi xatirê te Rêberê min.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button