Li ser têgeha cîhadê û rewşa Rojhilata Navîn analîzek
Leyla Amûdê

Dema qala cîhadê tê kirin her kesên tundrew û cihadîst têne bîra mirovan û herî zêde jî em vê peyvê ji bo komên tundrew bi kar tînin. Lê divê were zanîn ku pêxemberê Îslamê H.Z Muhammed (silavê Xwedê li ser be) kesên baş, salih û têkoşer weke mucahid, an jî cîhadî (kesê cîhadê dike) bi nav dikir. Em niha têdigihêjin ew qatilên kastîk ên di roja me de mirovên bêguneh qetil dikin qet ew nav heq nekirine.
Dema em digihêjin dawiya sedsala 12’emîn piştî zayînê tê dîtin ku di bingehê hişmendiya ola Îslamê de zanist û felsefe wê li hemberî dogmaya olî têk diçe. Deriyê cîhadê bi temamî li rûyê zanist û felsefeyê tê girtin, qalibên dogmayî yên cemidî xwe li ser hişmendiya civaka Rojhilata Navîn digerîne.
Ez li ser vê mijarê ketim nav lêkolînê. Min xwest ez vê mijarê fêm bikim û niha jî ez bi we xwendevanên hêja re parve dikim. Niha tişta li vir girîng jî ew e tiştên em ê nîqaş bikin wê di destûra zagonî de nebe. Ev fikar û nêrînên azad in. Weke têgeh û wateya peyvê jî cîhad ji cihid tê, yanî ked û xwêdana kesê ji bo hedefekê ketiye ser rêyekê û ji bo hedefa xwe her tiştên xwe feda dike. Jixwe herî zêde jî di makezagonên olî de tê gotin û dibe wesifdana kesê mumin û wefadar ê ji ola xwe re. Cîhadî ew kesên herî durist û kedkar ên herî nêzî pêxemberê xwe bûn. Jixwe weke peyv yan jî weke têgeh di nava civakê de ji gelek kesan re mîna pîvan bi kar tînin. Mînak ji zarokên dibistanê re dibêjin, “cehîde” “cahide” yan jî “muctehide”. Ew jî tê wateya jîr, li xwendina xwe miqayite û serê xwe diêşîne û xwedî rêgez e. Di Îslamê de jî kesekî cihê baweriyê ye, ji dil bi Xweda û pêxemberê wî ve girêdayî ye, têkoşîn dike di rêya Xwede ye.
Weke diyar dibe di Îslamê de heya, sedsala 11-12’emîn nîqaş û nermbûna nêrîn dayînê jî heye, lê dawiya sedsala 12’emîn pêşiya zanist û felsefeyê tê girtin. Rêber Apo di parêznameya xwe Parastina Gelekî dibêje, “Di zîhniyeta dînê Îslamê de P.Z di dawiya sedsala 12. de zanist û felsefe li hemberî dogmatîzmê çîz dikin. Deriyên îçtîhadê bi awayekî fermî têne girtin û qalibên dogmatîzmê torên xwe yên cehaletê li zêhniyeta hemû civaka Rojhilata Navîn ba dide… Îmamê Xezalî hîn di destpêka sedsala 12. de felsefeyê mehkûm dike, deriyê îçtîhadê jî baş teng dike û dibe sedem ku di tarîtiya serdema navîn de wenda bibe. Îro jî kes newêre guftûgoyek bi vî rengî bike. Ya rastî, qabîliyetek bi vî rengî tine… Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundir de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewropayê kiriye ku Ewropayê gavên xwe yekemîn diavêtin, piştre ket pêvajoya rawestînê.” Bi vî rengî wê pêşiya qalibên hişmendî yên cemidî di Rojhilata Navîn de weke pencereya cahiltiyê bihata vekirin.
Eger em wê serdemê rast bigirin dest û bi cîhadiyê re binirxînin wê hîn rastir be. Bi vî rengî jî em ê perdeyê ji ser rastiyên veşartî rakin û wê me bibe nirxandineke rast a Rojhilata Navîn a wê demê. Wê demê Rojhilata Navîn deh qatan ji Ewropayê pêşketîtir bû. Ev ji hêla zanist, felsefe, avanî, heyberî û heya civakî ve jî welê bû. Rojhilata Navîn li gorî Ewropayê gelekî pêşketî bû. Jixwe ji wan re gelekî jî balkêş dihat û ji ber wê seferên xaçperestan çend caran li ser hevdu pêk tên. Ji sedsalên 11-14’an de her seferên Ewropayiyan yanî êrîşên wan hebûn. Niha jî ew êrîşên wan bi hin cureyên din hene û bi navê hêzên lezgîn ên destwerdanê dikin, derbasî herêmê dibin, talan dikin jixwe sedema hemû pirsgirêkan ji ew bi xwe ne.
Di serdema ku Rojhilata Navîn ji ber qalibên xwe yên fikrî di nav kevneperestiyê de bû, li Ewropayê di warê olî de reform dihatin kirin, siyaset û ol ji hevdu cuda dibûn, karê rêvebirina welat û ol nedihatin tevlîhevkirin. Di sedsala 15’emîn de li Îtalyayê di aliyê wêje, huner û zanistê de pêşketinên çêbûn weke Ronesands (Jinûve Vejîn) li tevahiya Ewropayê belav bû. hema li pey wê 16’emîn de di pêşengiya Martin Luther de li Ewropayê di aliyê olî de reform pêk hatin. Di wan serdeman de civakên Îslamî pêşveçûneke berevajî çêbû. Dibistanên fikrên felsefî dihatin qedexekirin, deriyên cîhada fikrî û felsefî girtin.
Der heqê kesên xwedî fikrên cuda de biryarên pir hişk hatin girtin. Ew bi dare zorê di bin zextan de hiştin, çermê laşê hinekan jî ji ser wan rakirin. Bi taybet jî ên ku fikrên felsefî pêşxistin ên weke Suhrewerdî hê di sala 1191’de li Helebê hat darvekirin. Zanyar û fîlozofên weke Îbnî Sîna û Farabî hatin sînordarkirin. Ev rewş gihişt asteke ku bêjin: “Ji ferza îmanê ya bingehîn e ku kes baweriya xwe bi zanistê û felsefeyê neyne.” Piştre jî gotin kesên qala felsefe û zanyariyê bike mulhîd e yanî ji derveyî Îslamê ye. Bi vî rengî pêşiya zanebûn û fikra felsefî girtin.
Bi vî awayî Rojhilata Navîn paşde ma. Eger mirov vê rewşê weke kaosekê bi nav bike teqez wê ne şaş be. Ev rêbaz dibe neheqî û înkara reseniya li Rojhilata Navîn a 1500 salî. Çawa bû ku niha jî ewqasî bi hêrs înkara xwe dike. Gelek tişt hene ku mirov nikare înkara wan bike. Ev bermahiyên bi heybet û bedew ên li Nînova, Riha, Amed, Silêmaniyê û hwd. li bajar û girên Rojhilata Navîn ma kî dikare ji nedîtî ve werê.
Dema em lêkolîneke dîrokî dikin em dibînin ku çanda Rojhilata Navîn ji destpêka çêbûna mirovahiyê û ji serdema Neolîtîkê (12000-3000 B.Z) roleke xwe ya pêşengtiya şaristaniyê lîstiye. Piştre rola xwe ji şaristaniya sermayedar ya Ewropa re hiştiye.
Piştî wê dîrokê di rastiyê de rola herî mezin ew e divê mirov ji gelek hêlan ve li sedemên me li jor têkildarî Rojhilata Navîn anîn ziman bigere. Rêbertiya me bi tehlîl, parêzname û paradîgmaya xwe bala her kesî kişand ser rewşa Kurdistan û giştî Rojhilata Navîn, pevçûnên li Ewropayê. Hinek dîroknasên Gordon Childe, bi keda xwe ya taybet hewl dan ku pêşveçûna dîrokî îzah û şîrove bikin, mirovan serwextbûn bikin. Bêguman mirov paşdemayîn li Rojhilata Navîn tenê bi sedemên olî bigire dest wê teqez ne serkeftî be. Divê sedemên cihê yên paşdemayînan were zanîn û serdem pir baş werin nirxandin. Divê jin û civak cîhadeke fikrî û rêxistinî pir xurt li ser bingehê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bikin. Ji bo pêvajoya Rêber Apo bi serketineke mayînde bi encam bibe, dawî li muhafezekariya paşverû, şer û tundiyê bînin, ji her demê bêhtir bixebitin. Ji bo paşerojeke tijî aştî, azadî û wekhevî bê avakirin, yekîtiya xwe xurt bikin.




