Divê ciwan xwedî li erka xwe ya pêşengtiyê derkevin

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz diyar kir di hemû şoreşan de yên di refên herî pêş de cih girtine ciwan in û got, “Bi taybet di vê pêvajoya li herêma me geşedanên girîng çêdibin divê ciwan xwedî li erka xwe ya pêşengtiyê derkevin.”
Têkildarî geşedanên dawî, rola ciwanan a di nav şoreşê û civakan de gaziyê şer Mazlûm Yildiz nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Mazlûm Yildiz anî ziman ku li herêma Rojhilata Navîn geşedanên girîng rû didin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji wê rewşê serbixwe nîne û got, “Weke gel, jin û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê li hember wan geşedanan em baldar bin. Bêguman li kîjan devera cîhanê bûyerek biqewime tesîrê li qadên din jî dike. Weke gelên herêmê me gelek berdêl dane. Di encama wan berdêlan de jî me jiyaneke li ser esasê fikir û ramanên Rêbertiyê ava kir. Bêguman yên tehemulî wê şoreşê û berhemên wê yên ji bo tevahî mirovatiyê erênî ne nakin hene.”
Gaziyê şer Mazlûm di vê xisûsê de bal kişand ser rola ciwanan û wiha dewam kir, “Di hemû şoreşan de yên di refên herî pêş de cih girtine ciwan in. Bi taybet di vê pêvajoya li herêma me geşedanên girîng çêdibin divê ciwan xwedî li erka xwe ya pêşengtiyê derkevin. Dagirker û çeteyên girêdayî wan bi rêbazên curbicur ên şerên taybet dixwazin ciwanên hêza herî dînamîk a civakê ne bixin rêyên xerab. Hewce ye ciwanên me li hember wan lîstik û planan hişyar bin. Jiyana li ser esasê fikrên Rêber Apo pêş dikeve ji bo hemû mirovatiyê, bi taybet ji bo ciwanan jiyaneke herî bi qîmet û hêja ye.”
Mazlûm Yildiz bal kişand ser qehremantî û lehengiya şervanên YPG-YPJ û QSD yên li hember dagirkeriyê û çeteyan û ev xisûs anî ziman, “Ji bo jiyaneke têde înkar, redkirin, biçûkxistin û zilm tinebe şervanên azadiyê, bi lehengî û fedakariyeke di dîrokê de mînakên wê pir kem in, li ber xwe dan û şer kirin. Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Îlan Kobanê; Egîd, Şêrzad û hwd. bi sedan hevrêyên me di rêya herî pîroz de gihiştin şehadetê û birîndar bûn.”
Gaziyê şer Mazlûm Yildiz wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ez jî weke gaziyekî şer soz didim Rêbertiyê, şehîdan û gelên me, di vê rêya pîroz de erk û berpirsiyartiya xwe ya dîrokî bînim cih. Hêviyên me yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û welatekî azad ê tevahî gel û bawerî bi xwişk û biratî têde bijîn mezin in. Ya girîng ew e, em yekîtiya xwe xurt bikin, gelên xwe û xaka xwe ya her bihosta wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin. Li ser vî esasî bang li tevahî ciwanan dikim ku werin nav refên azadiyê, ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşînê bilind bikin.”