Çi karê Serokê MHP’ê bi rewşa Sûriyeyê re heye?

Hêbûn Rojhilat

Ez heyret dimînim û pirs dikim gelo çi karê serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bi rewşa Sûriyeyê heye û çima pirsgirêkên xwe yên giran ên bi gelê Kurd re nîvçe dihêlin? Careke din bela xwe li Sûriyeyê didin. Bi awayekî hewl didin Sûriyeyê weke serdema Osmaniyan bikin parçeyek ji xaka xwe? Bi rastî mirov şaş dimîne û wer li mirov tê ku şîroveyên giran bike bê gelo çawa Devlet Bahçelî li pey HTŞ’ê dimeşe û wan tehrîk dike? Gelo çima soza xwe pêk nayîne. Mane digot ku em ji Rêber Apo dixwazin banga rawestîna şer bike?

Temam vaye Rêber Apo bi her awayî hewl dide çareseriya aştiyane pêk bîne. Ji dewletê û ji gerîlayan re jî got eger amade bin, wê bikeve nav meseleyê. Gerîlayên qehreman çekên xwe şewitandin. Baş e ma ka hûn weke aliyê dewletê li ku derê ne û çi dikin? Bi rastî ez weke jineke Kurd û têkoşer hêrs dibim û hew ji we re tehemûl dikim. Çima hûn wiha li serê xelkên Sûriyeyê dikin.  Ev xelk 14-15 sal in di nava şer de ne. Bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Êrîşên li ser gelan û baweriyan hê jî didomin.

Jixwe weke dewleta Tirk we çar-pênç bajarên Sûriyeyê jî dagir kirine û hîna jî hûn tehrîkan dikin. Tevî wan komkujiyên li peravên Sûriyeyê û komkujiyên li Siwêdayê hûn li pey çi ne? Ez dibêjim biçin pirsgirêkên xwe bi Rêber Apo û gerîla re çareser bikin. Jixwe çeteyên HTŞ’ê weke gurên devbixwîn ketine nava gel û komkujiyan dikin.

Hewce ye dewleta Tirk û bi taybet jî Devlet Bahçelî, dev ji siyaseta xwe ya kevnar berdin û ji bo çareseriyê bixebitin. Jixwe heya niha ti kesî feyde ji şer û tundiyê nedîtiye û wê dewleta Tirk jî nebîne. Bes e ma heya kengî wê siyaseta kuştinê û êrîşan berdewam bikin. Divê tirsonek nêz nebin û hişê xwe bînin serê xwe.  Ji bo çareseriya aştiyane têkoşîn bikin.  Hîn jî firsend heye û divê ji aştiyê netirsin. Jixwe mirov carekê dimire ne deh caran. Rayedarên dewleta Tirk li şûna Sûriyeyê, bi pirsgirêkên xwe re mijûl bibin wê hîn baştir û encamgir be.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button