Civaka Êzidî êdî jiyaneke azad dihûne
Selena Dêrik

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Bi êrîşên xwe yên hovane li hember civaka Êzidî komkujî pêk anîn. Civaka Êzidî ya berê rastî 73 fermanan hatibû, ev êrîş û komkujiyên em dikevin salvegera wê ya 11.’an weke fermana 74’an bi nav dikin.
Êzidî yek ji civaka herî kevnar a heta dawiyê bi çanda xwe ve girêdayî ye. Rastî 74’an fermanan hatin, lê bawerî, çand û zimanê xwe her parastin û heta roja me ye îro anîn. Di dîrokê de xelkê herî zêde rastî fermanan hatiye xelkê Êzidî ye. Tevî vê jî bê bawerî nemaye, bi rê û rêbazên cuda li ber xwe daye, çanda xwe dewrî nifşên li pey xwe kiriye.
Modernîteya kapîtalîst û serweran bi rêyên cuda xwestine civaka Êzidî asîmîle bikin, neçarî koçberiyê bikin, ji çand, ziman, warê wan dûr bixin û wan parçe bikin. Lê ew hêz bi qismî be jî bi ser neketin. Piştî ewqas fermanan kêm be jî civaka Êzidî bê xweparastin mabû. Lewma hin hêzên desthilatdar hewl didan serweriya xwe li ser wan ferz bikin. Ji bo werin parastin jî çavên wan her li derve bûn û her di nav bendewariyekê de bûn.
Ev rastî di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an de bi rengekî berbiçav hat dîtin. Herêma Şengalê qaşo di bin kontrol û parastina Iraqê û hêzên PDK’ê de bû. Lê bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê ji herêmê vekişiyan û xelkên herêmê bi tenê hiştin. Mirovên sivîl, tevî zarok, jin û îxtiyaran bi tundî, qetilkirin û revandinan re rûbirû hiştin.
Li hember vê kareseta rû da, hemû cîhan bêdeng ma. Te digot qey çavên wan kor bûne, guhên wan nabihîzin û zimanê wan lal bûne. Di wan êrîşên hovane de bi sedan jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov hatin revandin. Heta niha jî çarenûsa hin mirovan nediyar e. Di wan êrîşan de yên herî zêde rastî tundî û kuştinê hatin jin bûn. Bi sedan jinên Êzidî hatin kuştin, revandin, li mal û bazaran hatin firotin.
Di nav guregera wî êgirî de yên xwe li hilma vî agirî ragirtin û ava pîroz lê kirin, fedayî û parêzvanên ax û gelê xwe hêzên gerîla bûn. Duwazdeh gerîla, duwazdeh hawariyên Apoyî di pêşengtiya hevalê Dilşêr de ji çiyayên azad ên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê û bi hawara xelkê me yê Êzidî ve hatin.
Ji dîrokê de her tim qehremanên rê li ber geşedanên nû vekirine hene. Û dîrok bi tîpên zêrîn di nav rûpelên xwe de cih dide wan leheng û berxwedêran. Şengala Nûranî jî bi fedaîtî û têkoşeriya van duwazdeh hevalan mohra xwe li dîroka mirovatiyê xist. Ew dîroka her tim bi xwînê hatibû nivîsandin, vê carê bi pênûsa berxwedan û qehremantiyê hat nivîsandin. Piştî duwazdeh têkoşerên Apoyî li çiyayê Şengalê civaka Êzidî li hember êrîşan parastin, piştre jî bi destwerdana hêzên HPG-YJA-STAR, YPG û YPJ’ê re korîdora di navbera Şengal û Rojava de hat vekirin. Xelkên sivîl gihandin cihên bi ewle.
Destpêka Cotmeha 2015’an jî di pêşengiya gerîlayên azadiyê û ciwanên Êzidî pêngava azadkirina Şengalê hat destpêkirin. 13’ê Mijdara 2015’an jî mizginiya xêrê hat dayîn ku Şengal û gundewarên wê hatine rizgarkirin. Ji bo careke din civaka Êzidî rastî komkujî û fermanan neyê, ciwanên Êzidî YBŞ û YJŞ ava kirin. Ji bo civaka xwe jî li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo modela neteweya demokratîk esas hat girin û Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin. Civaka Êzidî êdî jiyaneke azad dihûne.
Bi wesîleya 11. salvegera êrîş û komkujiya li ser Şengalê em hemû cangoriyên ji bo azadiya gel û xaka xwe xwîna xwe rijandin bi rêz û hurmet bîr tînin. Em soz didin heta em hemû gelên bindest û yên rûbirûyê jenosîdê ne azad bikin, wê têkoşîna me bidome.