Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Gaziyên şer ên herêma Şedadê û Dêrezorê bi civînekê berxwedêrên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Gaziyan dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û soza xwe ya şopandina şehîdan dubare kirin.
Bi wesîleya 43. salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tevlîbûna gelek gaziyên şer ên li herêma Şedadê û Dêrezorê civînek hat lidarxistin.
Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê fîlmê 14’ê Tîrmehê hat temaşerkirin.
Li dû fîlmê 14’ê Tîrmehê,banga bi dîmen a Rêber Apo ya 9’ê Tîrmehê hatibû weşandin ji hêla gaziyan ve hat temaşekirin.
Di civînê de endamê Federasyona Gaziyan Laleş Êzidî têkildarî wateya berxwedana 14’ê Tîrmehê axivî.
Laleş Êzidî anî ziman ku di pêvajoyeke ku dijmin bi her awayî dixwest gelê Kurd ji holê rake, di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de têkoşîneke di cîhanê de mînakên wê kêm in, hat pêşxistin û got, “Wan hevalan bi dirûşma, ‘Berxwedan Jiyan e’ li hember zilmê têkoşîn meşandin. Bi berxwedana xwe jî ew zilm û polîtîkayên înkarê yên li ser gelê Kurd şikandin. Têkoşîna azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de hê ji destpêkê ve ji bo azadî û wekheviya hemû gelan e. Eger îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke gelan û baweriyan pêk hatibe, ew bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdên 14’ê Tîrmehê ye. Ew hevrêyên herî rast ên Rêber Apo bûn.”
Laleş Êzidî di dawiyê de jî got, “Em dilsozên Rêber Apo û şopdarên şehîdên xwe ne. Li ser xeta wan hevrêyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bibin, bang kir. Em heya dawiyê bi Rêbertiya xwe ve girêdayî ne.”
Civîn bi dirûşmên, “Bi xwîn bi can em bi te re ey Serok” û “Şehîd namirin” bi dawî bûn.