1’ê Gulanê: ‘Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê’

 Rêzan Masîro

1’ê Gulanê Cejna Karkeran a weke “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê”  tê pîrozkirin di destpêkê de  li pêşengê karker û kedkaran Rêber Apo, li tevahiya şervanên azadiyê, karker û kedkaran pîroz be.

Li tevahiya cîhanê 1’ê Gulanê roja ji her gel, cins, reng û zimanî mirov tên cem hev, li hember zilm û zora modernîteya kapîtalîst bersiva herî bi rûmet didin û bi ruhekî berxwedanê pîroz dikin.

Bêguman 1’ê Gulanê, di encama têkoşîneke bi xwîna kedkaran hat xemilandin, bû deng, awir û zimanê kedê. Bû hêviya azadî, demokrasî û sosyalîzmê. 1’ê Gulanê, ji pergala dewletdar cuda her dem weke cejneke civakan hat pîrozkirin û bi sedê salan wiha berdewam dike. Ne ji hilweşandina pergalan bi bandor bû, ne jî ji hêza xwe tiştek winda kir.

1’ê Gulanê, mîna meha gulanê di baxçeyekî rengareng ê gul û kulîlkan de civakan li hev kom dike, li hemberî, mêtingerî, newekhevî, zext, biçûkdîtin û neheqiyan; daxwaza wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm û parvekirineke adilane dike.

1’ê Gulanê, ji bo tevahî tevgerên ku dixwestin zilm û zora dewletên netewe ên çavkaniya jiyana modernîteya kapîtalîst in, hilweşînin bingeheke herî bi hêz, bi coş û navenda hêviyê bû û hîn jî wiha ye.

Li Kurdistanê Rêber Apo û hevalên xwe Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezirandin. PKK’ya mirovên Kurd ê kedkar, karker, esas digirt, tevahî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan jî ji zarokên karker û kedkaran pêk dihatin. Rêber Apo û PKK’ê li Kurdistan pêşengiya sosyalîzma demokratîk kirin, li hember mêtingerî, dagirkerî, bêdaletî û neheqiyan. Gelê Kurdistan jî ku zêde ji pergala modernîteya kapîtalîst tesîr nebibû cihekî pîroz ji bo Rêber Apo û PKK’ê di dil û hişê xwe de çêkir.

Bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî re gelek tevgerên sosyalîzm ji xwe re kiribûn bingeh hilweşiyan, belav bûn; lê ji ber ku Rêber Apo hîn di destpêka avakirina PKK’ê de bi rexne li sosyalîzma pêkhatî dinihêrî, piştî hilweşandina sosyalîzma pêkhatî jî PKK her dem pêş ket.

Rêber Apo, sosyalîzm ji pergala dewletdar rizgar kir û wek sosyalîzma demokratîk ku gelan esas digire pêş xist. Li hember modernîteya kapîtalîst, modernîta demokratîk pêş xist. Bi Xweseriya Demokratîk ew tacîdar kir û di roja me ya îro de ji bo tevahî gel, kedkar û karkeran bûye hêvî.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button