Pêdiviyên pêwendiyên hevaltiyê

Gulçîn Xoşmêr

Hevaltîya herî rast û ji dil pêwendiyên hevalê Hakî û hevalê Egîd in. Wateya pêwendiya hevaltiyê di hişmendiya Rêber Apo de îfadeya xwe di têkoşîna azadiyê de dibîne û ya herî rast jî ew hevaltî ye.

Di pêwendiyên civaka fermî de hevaltî di nava ziraviyan de sûdmendiyê dihewîne û dixe asteke bazirganiyê. Di encama wan pêwendiyan de nakokî û pevçûn derdikevin holê. Xwe disipêre maddiyatê, fen û fûtan.

Di fikir û ramanên Rêber Apo de hevaltiya rast, fikirandina baş, xweşgotin û baş pêkanîn heye. Rêber Apo di dahûrandinên xwe de her qala hevaltiya rast û durist dike. Dibêje: “Dema me dest bi têkoşîna azadiyê kir, ji derveyî hevaltiya me ya rast û samîmî ti tiştekî me yê din tine bû. Ew hevaltî jî têrker bû ku me bîne roja îro. Di wan demên zor û zehmet de tenê baweriya me ya hevaltiyê hebû. Koma me ya destpêkê têkoşîneke ji dil û can meşand. Bi çend hevalan em gihiştin partîbûn û artêşbûnê. Gelê Kurd jî baweriya xwe bi me û hevaltiyê anî, da pey me.”

Rêber Apo qala her du hevalên xwe yên Tirk, Hakî Karer û Kemal Pîr jî dike û dibêje: “Du hevalên min ên Tirk hebûn û wan jî baweriya xwe bi min anîn.”

Dema em têkildarî hevaltiya xwe û bi taybet jî ya nav sîstemê difikirin, em dibînin ku bi qasî erd û asîman ji hevdu dûr in. Hevaltiya nav civakê ya bandoreke zêde ya sîstema serwer li ser heye, divê bikeve nav lixwevegereke kûr û sererastkirineke ciddî.

Di vê nuqteyê de mirov dikare qala hevaltiya Rêber Apo û hevalê Hemze jî bike. Rêber Apo pîvan û zagonên civakê yên kevn di hevaltiya xwe û hevalê Hemze de şikandin û rê li ber şoreşeke mezin a civakî vekir.

Îro jî hevaltiya Rêber Apo û pêwendiyên wî yên rast ji milîtan û şervanên azadiyê re dibin mînak. Em wê hevaltiyê ji xwe re dikin rêgez û pîvanên jiyana rast û durist. Ji bo em civakeke exlaqî û siyasî ava bikin, pêwîst e hevaltiya me li ser esasê fikir û bîrdoziya Apoyî be. Hewce ye em vê hevaltiyê di nav hemû civakên azadîxwaz de jî belav bikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button