Divê xelkên Sûriyeyê di nav hewldana yekîtî û xweparastinê de bin
Asya Weşûkanî

Teqez divê were zanîn ku xelkên Sûriyeyê di qonaxeke pir zor û zehmet de dijîn û rewşeke mîna mirov li ser Pira Siratê be heye. Di nav civakê de ji mirovên ku pir xerab dikevin re dibêjin, “Yê şemitî şewitî.” Hevalên mirovên dikevin jî nînin. Bi rastî gotineke pir resen û rast e. Ev hevok jî gelekî kevnar û heqîqî ye. Jixwe dema em biçûk bûn dayik û bavên me pir mijarên wiha dianîn ser ziman û digotin, “Ev rastiyên civaka me ne. Eger bi ya mezinan nekin wê çokên we bibin weke yên bizinan.” Niha jî xelkên Sûriyeyê di rewşeke welê de ne. Şemitîne û divê hema destê xwe navêjin maran û nebêjin, “Em mecbûr man.”
Di nava civakê de dibêjin, “Mirovên di avê wer dibin ji mecbûrî destê xwe diavêjin maran.” Ez jî dibêjim ger wiha be mirov di nava deryayê de bifetise baştir e ku xwe di nava deryayê de bi mar bigire. Ji ber wê mar pê vede û ti tiştek nikare wî rizgar jî bike. Xelkên Sûriyeyê niha di rewşeke pir tengezar de ne. Hew dizanin bê ka wê berê xwe bidin ku derê. Lê pêwîst e netirsin û nekevin nav kelecana reş û tarî. Ji ber kelecan mirovan şaşwaz dike û dide wendakirin. Hewce ye gelên Sûriyeyê ji xwe bawer bin û zanibin ku rewşeke zehmet û zor derbas dikin. Li gorî wê divê xwe amade bikin û yekîtiya xwe pêş bixin.
Rêber Apo qala yekîtî û hevgirtinê kir û got ku bila xelk hêza xweparastinê çêbikin, li hev xwedî derkevin, sazî û rêxistiniyên xwe çêbikin. Bi rastî eger mirov bi hêza xwe ya cewherî ne bawer be û xwe pê neparêze, hebûna mirov dikeve xeteriyeke pir mezin. Ji bo wê perspektîfên Rêber Apo yên 31’ê Adarê, ji bo me bû rênîşandan û ronahî. Careke din Rêber Apo em hişyar kirin û got ku baweriya xwe tenê bi hêza xwe ya cewherî bînin, yekîtîya xwe çêbikin û xwe pir baş bi rêxistin bikin.
Eger xelkên Sûriyeyê xwe bi rêxistin nekin, yekîtiya xwe ava nekin, xweparastinê xurt nekin, di êrîşeke muxtemel de nikaribin xwe biparêzin. Di rewşeke wiha de weke 1915’an tiştên hatin serê gelê Ermenî dibe ku bê serê xelkên Sûriyeyê jî. Hêja ye ku mirov li ser mijara komkujiya xelkên Ermen nirxandin bike û bibêje, ev komkujî weke lekeyeke reş e li ser eniya dewleta Tirk a kujer. Ez di serî de dibêjim komkujiya li ser xelkên Ermen hatiye pêkanîn hovîtiya sedsala 20’an e û rûyê mirovan jê sor dibe. Ez komkujiya li ser xelkên Ermen şermezar û rûreş dikim. Komkujiya li ser xelkên Ermen a 24’ê Nîsana 1915’an cihê şermezarî û rûreşkirinê ye. Divê rastiyên veşartî werin ronîkirin, dewleta Tirk were cezakirin û mafê gelê Ermen jî were dayîn. Jixwe ji bo dewleta Tirk ne komkujiya yekem e û gelek komkujiyên wiha pêk anîne. Komkujiya herî hov jî komkujiya li ser gelê Ermen e.
Her wiha înkar û qirkirina gelê Kurd hîn jî bi giraniya xwe berdewam dike û şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin roj bi roj asta xwe ya serkeftinê bilind kiriye û bûye bersiva wan komkujiyan. Ew şoreşa bi heybet, bi têkoşîn û keda Rêber Apo bûye hebûneke dîrokî û weke kelemekî tûj çavên faşîst û kujeran de çikiliye.
Em ketin 8’emîn salvegera komkujiya çiyayê Qereçoxê. Tevahî şehîdên me yên Qereçoxê bi bîr tînin û dewleta Tirk û kiryarên wê yên faşîzan şermezar û rûreş dikin. Di şexsê dewleta Tirk de her hêza şerxwaz û êrîşkar jî şermezar dikin. Em ê tola heval û hogirên xwe ji wan Tûraniyan rakin. Em soz didin xeyalên jiyana azad û wekhev a hevalên xwe pêk bînin. Bi Zîlan û Egîdan em ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin, hedef û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin. Em ê li ked û têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin û tola gelan rakin.