Şehîd Ezîz Ereb: Gelê Kurdistanê esîl û hêja ye

Şervanê enternasyonal Şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen), beriya şehîd bikeve di nameya ji malbata xwe re nivîsandibû de gotibû, “Gelê Kurdistanê esîl û hêja ye. PKK jî partiyeke pîroz û hêja ye.”
Gerîlayê azadiyê Ezîz Ereb di nivîs û nameyên beriya şehîd bibe nivîsandine, di demên destpêkê de bê Tevgera Azadiyê tevgereke çawa ye, ji aliyê gelê Kurd ve çawa tê pêşwazîkirin û gel bi çi rengî xwedî lê derdikeve bi awayekî pir eşkere destnîşan dike.
Hevrê Ezîz ê li gundê Meyremîn ê Efrînê sala 1964’an tê dinyayê, di malbateke rewşa wê ya aborî normal de mezin dibe. Dibistana seretayî li Efrînê û ya navîn li Helebê diqedîne. Hevrê Ezîz bi rêya bavê xwe Tevgera Azadiyê nas dike. Heval Ezîz ê di wê pêvajoyê de dikeve nav lêpirsîna jiyaneke şoreşgerî sala 1983’yan tevlî nav refên Tevgera Azadiyê dibe. Heval Ezîz bi fermandarê nemîr Mahsûm Korkmaz (Egîd) re li çiyayên azad ên Kurdistanê li hember dewleta dagirker a Tirk têkoşîn dike û dibe şahidê bi dehan destanên lehengiyê. Bi salan li herêma Botanê gerîlatiyê dike. Heval Ezîz Ereb ê armanc û xeyalên wî yekîtî û pêkve jiyana gelan e, 17’ê Nîsana 1986’an li Colemergê tevlî karwanê şehîdan dibe.
Hevrê Ezîz Ereb di nameyên ji malbata xwe re dişand, behsa bîranînên xwe yên li çiyayên Kurdistanê dike. Di nameyeke xwe de wiha dibêje, “Nêzî salekê ye, li çiyayên Kudistanê ji gerîlayên azadiyê fêrî gelek tiştan bûm. Tevî derfetên kêm jî her kêliya dibihure ez dibim şahidê pêşketinên şoreşgerî. Dema dibe şev, eskerên artêşa Tirk ji tirsan ji çeperên xwe topan diavêjin qadên gerîla. Tenê ne gelê Kurdistanê, zarokên Kurdistanê jî henekên xwe bi artêşa Tirk dikin.”
Hevrê Ezîz zilma dewleta Tirk li gelê Kurd jî dike vedibêje. Di nameya xwe de van xisûsan tîne ziman, “Gelê Kurd bi salan, rastî zilmeke mezin a dewleta Tirk dihatin. Kesî texmîn nedikir wê rojekê gelê Kurd li hember dewleta Tirk têkoşîn bike. Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû destpêkek nû. Baweriya gel a bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistan zêde bû. Fermandarên li Enqereyê şîret li eskerên xwe dikirin û ji wan re digotin, ‘Ji destê Kurdan avê jî venexwin.’ Her Kurdekî weke dijmin dibînin. Ev di heman demê de hêrsa gelê Kurd a li hember dijmin jî zêde dike.”
Şehîd Ezîz di nameya xwe de bal dikişîne ser xisûsa ku têkoşîna azadiyê di demeke kurt de ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pejirandin û wiha dewam dike, “Dema em li Bakurê Kurdistanê diçûn gundan, gundiyan bi hewaya cejnê em pêşwazî dikirin. Gundiyan digotin, ‘Em amade ne her cure xwestekên we bînin cih.’ Zarok jî li benda wezîfeyekê bûn da ku pêk bînin. Gelek caran dema artêşa Tirk diket gundan zarokan guleyên çekên eskeran didizîn û vedişartin. Wexta em diçûn gund mîna karekî mezin bi ser xistine bi serbilindî ew gule didan me.”
Şehîd Ezîz di nameya xwe de îşaret bi têkoşîna jinan jî dike û wiha dibêje, “Jina Kurd qet ne dûrî têkoşînê ye. Kedeke mezin da têkoşînê. Dema dijmin li herêmê bû jî ji bo xwarinê hinek tişt ji me re dianîn.”
Şehîd Ezîz wer behsa xwedîderketina gelê Kurd a li Tevgera Azadiyê dike: “Weke şervanekî enternasyonal ez bûm şahidê her tiştên rû dan. Min tevahî destanên ji bo azadiya Kurdistanê ji hêla vê Tevgerê ve hatin nivîsandin dîtin û min ew jiyan. Ev şervan birçîbûn, tîbûn û ti astengiyekê nas nakin. Wer difikirin bê ji bo azadiya gel wê têkoşînê çawa bêhtir mezin bikin. Ev lehengî pir bi qîmet û pîroz e. Çi jin, çi mêr be, her şervanek heya guleya xwe ya dawiyê şer dike. Ji ber vê li her devera Kurdistanê şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li herî pêş şer dikin. Ji bo azadiya gelê Kurd komên pir cuda ava bûn. Hemû di demeke kurt de tine bûn. Hinek ji wan piştre bûn sîxurên dewleta Tirk jî. Lê belê navê PKK’ê her roja çû mezin bû. PKK, bû nirxê hevpar ê gel û berê şoreşa Kurdistanê da fikrekê. Êdî em dikarin bêjin ku li Kurdistanê cih ji teslîmiyetê re nîne. Gelê Kurdistanê esîl û hêja ye. PKK jî partiyeke pîroz û hêja ye.”