‘Civaka exlaqî û polîtîk di pêşengiya jinan de ava dibe’
Selena Dêrik

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku li seranserê cîhanê tê pîrozkirin, ji aliyê jinên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve jî bi awayekî hîn bi heybet tê pêşwazîkirin û pîrozkirin.
Gelên herêmê bi salan e ku têkoşîna rûmetê bilind dike, jinên Kurd di vê têkoşînê de bi raman û felsefeya Rêber Apo bi rola xwe ya pêşengiyê rabûn.
Rêber Apo bi gotina “Gelê ku jinên wî ne azad bin nikare azad be” girîngiya azadiya jinê û bi vê azadiyê re rewşa civakê destnîşan dike.
Jin û dayikên gelê Kurd di avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de berpirsiyariya herî pîroz dane ser milê xwe. Mîna bi feraseta, “Rojên biêş aveynê rojên xweş in” tevdigerin, jinan û gelên cîran ber bi azadiyê ve dibin, bê tereddût û bê guman.
Lewma her rojên xwe bi feraset û hestên 8’ê Adarê pîroz dikin jinên xwediyê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de bi hevaltiya di asta pîrozweriyê de jiyan û civaka ku dê were afirandin divê çawa be nîşanî dost û dijminan didin.
Rêz, hurmet û hezkirina jidil a xwe bi bîrdoziya Rêber Apo hatiye hûnandin, di pêşengiya şervanên Apoyî de ji çiyayên Kurdistan xwe ber bi deşt, gund û bajarên Rojhilata Navîn û cîhanê ve berdide. Digere li kolan û taxan. Her mirov para xwe digire, ji wê rêz, hurmet û hezkirinê.
Û dayik û jin bi awirên tijî hêvî li asoyên bêsînor dinihêrin. Dizanin zarok, keç û xortên wan bi bawerzînên ji çiyayan silav şandine ji wan re, bi rûkenî û dilnizmiyeke bêhempa.
Dizanin bi heman hestan wê ew jî pîroz bikin 8’ê Adarê. Wê dayik û jin bi eşq û coşa azadiyê beşdarî çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê dibin. Di perspektîf, raman û felsefeya Rêberê xwe de hêza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê dibînin. Rê nas dikin û bêtereddût gavên xwe diavêjin ber bi deriyê azadiyê ve.
Gelê Kurdistan bi xwedîderketina rojên wiha pîroz re -ku li gorî cewhera wê pîroz dike-, destûr nade ji cewher û naverokê were derxistin.
Di roja me de bi her awayî ku êrîş tên ser civakan û bi taybet jinan, li Kurdistan û çiyayên wê careke din bi têkoşîna jin û xortên ji her neteweyî hêviyên azadî, wekhevî û rizgariyê bilind dibin. Ne tenê bilind dibin pêk tên û pêş dikevin.
Afirînerê jiyana me ya azad Rêber Apo wiha dibêje: “Namûs û rûmet, wê bibe temînata azadiya gel. Ez bawer im, ku hêza we ji vê yekê re heye. Ez ji azadî û rûmeta jinê bawer dikim. Weke parêzvanê vê yekê, careke din rêhevalên xwe yên jin silav dikim. Pirsgirêka jinê weke mijareke civakî xuya dike, lê mijareke siyasî ye ku bandor li gelek mijarên siyasî kiriye û ji wan bandor bûye. Mîna mijara ol, mijara jinê jî mijareke pirr tevlihev e. Dikare were gotin ku mijara ol û jinê, di civaka sosyalîst de jî nehatiye çareserkirin. Her wiha mirov nikare tenê bi nirxandinekê van pirsgirêkan deyne holê. Lê, mîna her mijarê, tevgereke şoreşger dikare di vê mijarê de jî hinek tiştan bibêje. Teqez wê îzahek û perspektîfeke wê hebe.”
07.03.2013