Bila her kes bêdeng bibe, çîrokan ji wan guhdar bike!
Azadî Helebce
Efrîn: Ava zelal!.. Ew herêma dîroka wê bi hezarê salan e, her tim bi xwezaya xwe ya mîna bi destên xwedawendan hatiye neqişandin…
Ew warê pîroz her tim bûye hedefa stratejîk a her dagirkeriyên ji împaratoriyên weke Akad, Asur, Osmanî heya dewletên netewe. Gelê Efrînê li hember wan êrîşan timî li ber xwe daye. Li bin her darekê, li ber her çemekî, li serê her lûtkeya çiyayekî; ji qermîçokên li ser rûyê pîrekê, beşişbûna zarokekê, xemgîniya li ser rûyê ciwanekî tê vegotin bê çendî êş û azar dîtine û hemû jî çîrokên berxwedaniyan nîşan didin, vedibêjin.
Hêzên hegemon hewl didan ji pêvajoya di sala 2010’an li welatên weke Tûnisê, Lîbya û hwd. dest pê kir sûd bigirin. Lê xelkê Efrînê mîna hemû gelên azadîxwaz biryar dabû nebe amûrê ti hêzan û xwest bi pêkhateyên din re vê pêvajoyê bi paradîgmaya Rêbertî re veguherînin “Bihara Gelan”. Hewl dan bi awayekî xweser bi felsefeya Rêber Apo û di pêşengiya jinan de xwe bi rê ve bibin. Dewleta Tirk a faşîst a ji vê tirsiya bi desteka hêzên kapîtalîst, berê êrîşan da Efrînê.
Sala 2018’an de xwedayên şer li hev civiyabûn ji bo êrîşî Efrînê bike rê dabûn dewleta Tirk a faşîst. Gelê Efrînê û şervanên wê li hember êrîşên dagirkeriyê destanên berxwedanê nivîsandin. Xwedawendên hemdemî, fedaiyên gelê xwe Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û bi sedan lehengan gotin, “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin!” Bi dehan balafirên şer Efrîn bomberan dikirin. Di wê têkoşîna 58 rojan bê navber dewam kir de Efrîn ji bo hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû qibleya berxwedanê. Ji bo bibin şahidên wê berxwedana destanî ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cîhanê mirov ref bi ref berê xwe didan Efrînê.
16’ê Adara 1988’an komkujiya Helebceyê çêbû. Hovên desthilatdariyê wê dîsa dîroka komkujiyê dubarê kiribana. Piştî wê bi 30 salî, li Efrînê bihar tirsiyabû bibişkive ji bo kulîlkên wê nebin qurbana destên hov. Ji bo mirov rojekê rehet nejîn û zarok ji xwe re nelizîn vê carê jî dewleta Tirk 16’ê Adara 2018’an de komkuji pêk anî. Zarok, jin, ciwan, kal û pîr neçarî koçberiyê kirin. Mirov bi kîlometreyan bi awayekî pêxas li ser rêyan û di nav çolan de direviyan heya gihiştin Şehbayê û konên koçberiyê li wê çolê danîn.
Ew gel her tim li Şehbayê jî dibû hedefa bombebaranên dewleta Tirk a dagirker. Her roj ji roja berê bi zehmetir derbas dibû. Birçîbûn, serma, kela havînê û dorpêça ji milê rejîma Sûriyeyê ve her dewam dikir. Lê gelê Efrînê li hemberî her cure êrîşan li ber xwe da û her ji şervanan pirsa, “Em ê kengî vegerin Efrînê?” dikirin.
Dîsa çeteyan 27’ê Mijdarê bi hovîtî êrîşî Şehbayê kirin û komkujî pêk anîn. Bi dehan sivîl dîl girtin; jin, ciwan û pîr bi awayekî dijmirovî êşkence kirin.
Dîsa gel neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan Rojhilatê Firatê. Niha jî kîjan çirokbêj dikarê êşên wan vebêje?
Kîjan rojnamevan dikare rewşa wan ragihîne.
Wê kîjan peyv bi lêv bibin?
Na!.. Wê lal bibin ziman.
Wê peyv ji nav lêvan birevin!
Bila her kes bêdeng bibe, çîrokan ji wan guhdar bike!
Wê ji kîjan rêwîtiyê dest pê bikin?
Bila ew kesê xwe û hevjîna xwe bi destên xwe dikuje da ku neyên dîlgirtin; ew dayika zaroka kuştî li Şehbayê dihêle û dikeve rê; zaroka malbata xwe windakirî; ew şervanên dîl hatine girtin û dixwazin wan bi hovane neçarî teslîmîyetê bikin; ew pîrên dibêjin, “Heya Qendîlê jî me koçber bikin em ê li ber xwe bidin”, bila wê êş û berxwedaniya ti hêz nikare eşqa azadiya di dilê wan de vemirîne vebêjin.
Bila bibe ramana bi tîrêjên rojê re hatiye hûnandin…
Bila bi ava jiyanê rê bêrewastan biherike…