KOMPLOYA 9’E COTMEHÊ DESTPÊKA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN E

 

Beşê 1

Leyla Waşûkanî

Komploya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, teqez navdewletî ye. Li pişt wê şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Di ser komployê re 26 sal derbas bûn, ket 27’emîn sala xwe de. Bêguman komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an destpêka serdemek nû bûye û niha jî em bi çavên serê xwe dibînin ku çawa li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê şer û gengeşeyên bêserûber diqewimin. Bi taybet jî li herêmê bêewlehiyek sosret cereyan dibe û destê kê di bêrîka kê de ye diyar nîne; bi sedan sala ye li ser gelê Kurd û Rêberê wan bêbextî û komplo hene, her di nava lepê qirkirinê de ne. Her çi qasî civaka Kurd haj li vê rastiyê nebûye jî, berxwedanî û hebûna xwe parastin hebûye. Rêber Apo komploya li ser gelê Kurd bi zanebûn û felsefeya xwe ya bêhempa vala derxist û alternatîfa şaristaniya sermayedar a Ewropa danî holê. Bi şaristaniya civaka demokratîk em ê pergala kevnar û rizî ya şaristaniya sermayedar têk bibin.

Rêbertî bi rêya parêznameyên xwe ne tenê gelê Kurd, tevahî mirovahî şiyar kir, paradîgmaya xwe cîhanî kir, hemû plan û projeyên dewletên YE û DYA’yê vala derxist. Bi mirovahiyê da zanîn ku dawiya dîrokê nehatiye û berevajî wê, dawiya pergala sermayedar a bûye Levîathan hatiye.

Dewleta Tirk endamê peymana leşgerî ya NATO ye. Teqez e wê dewleta Tirk bê ferman û erêkirina efendiyên xwe yê NATO’yê ti tevgerê neke. Nexasim eger tevgereke leşgerî be. Tişta li vir pir baş zelal dibe, di vê komployê de dewleta Tirk tenê weke werdeka xwe şaşkirî maye. Jixwe serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, dema Rêber Apo hate revandin û gihandin, Girava Îmraliyê dibêje, “Em nizanin çima Apo radestî me kirin.” Jixwe nirxandina Rêber Apo ya di vê der barê de heye û wiha dibêje: “Armanca komployê ew bû ku min weke topek ji agir biavêjin nava Tirkiyeyê, gelê Kurd û Tirk têk bibin.” Di wextê ku gerîla û tevahî gelê Kurd li her cihê lê, şoqek derbas kirin û ketin nava gengeşeyê de Rêber Apo bi helwestek herî rast û bi zanebûnek pir kûr, dest bi têkoşînê kir, komploya pergala sermayedar vala derxist û ew poşman kirin. Her çi qasî dewletên Ewropayê didin diyarkirin ku haya wan ji Tirkiyeyê û kiryarên wê yê der-mirovî nînin jî her ew çi bikin jî nikarin xwe ji nav komploya reş derînin û ti av jî wan ji gemar û qirêja paradîgmayî naşo û ew bi destê xwe dawiya xwe tînin.

Piştî dewleta Tirk lembeya kesk di destê wan de pêxistî dît, hema dest bi plana duyemîn kir, hema berê xwe da Rojava û xwest derfetên şoreşê têk bibe. Weke berdewama komployê dewleta Tirk 9’ê Cotmeha sala 2019’an tevî artêş û teknolojiya xwe ya pêşketî û artêşa kêlekê ya çeteyên xwefiroş kete bajarên kevnar û dîrokî yên weke Serê Kaniyê, Girê Spî û gelê herêmê tevahî koçber kirin. Tevî berxwedanek bêhempa jî her du bajar ketin destê çeteyên dewleta Tirk û niha jî xelkê herêmê di bin zext û zora dewleta Tirk û çeteyên wê de rojane rûbirûyê her cure lêdan, talan û dest dirêjiyê tên û hew dikarin debar bikin. Teqez sersedema çavsoriya Tirkiyeyê jî ew dewletên dirinde ne yên destûr dan Tirkên faşîst herêmê dagir bikin. Gelê herêmê jî haj li siyaseta pergala sermayedar a Ewropayê heye û heqîqet hew tê veşartin. Lê divê neyê jibîrkirin ku wê rojek were Tirkiye jî bi destê wan were hilweşandin. Pergala sermayedar a cîhanî ji kesî re nabe dost û yar. Niha jî xuya dike ku Tirkiyeyê ji çav dertînin. Bi taybet jî piştî rêyên bazirganiyê guhertine, Erdogan û Bahçelî niha di nava gengeşeyek mezin de ne û hevdû sûcdar dikin.

Wê bidome…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button